CîhanRojev

Hêro Mistefa dibe balyoza Misrê

Koşka Spî ragihand ku Serokê Amerîkayê Biden wê Hêro Mistefa wek Balyoza nû ya Misrê destnîşan bike. Qesra Spî ragihand ku Mistefa, ku ji Cotmeha 2019an heta Adara 2023an Balyoza Amerîkayê ya li Bulgaristanê bû, dîplomatek “bi tecrûbe” ye.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku dîplomata Kurd di sala 2021an de ji alîyê Weqfa Carnegie ve wek “yek ji koçberên herî serkeftî yên Amerîkayê” hatiye hilbijartin.

Hêro Mistefa kî ye?

Hêro Mistefa di sala 1973an de li Hewlêra paytext ji dayîk bûye. Malbata wê di sala 1976an de ji ber zextên rejîma Baas a Iraqê neçar ma koçî DYAyê bike. Di sala 1995an de ji Zanîngeha Georgetown a Washingtonê mezûn bû. Mastera xwe li Dibistana Weedrow Wilson li Zanîngeha Princeton wergirt. Mistefa pêştir li Iraq, Portekîz, Hindistan, Lubnan û Yûnanîstanê xwedîyê nûnertîyên bilind yên dîplomatîk bû. Ji ber gelek destkeftîyên xwe xelata Zimanê Matilda Sinclair wergirt. Di navbera 2009 û 2011 de, wê wek Şêwirmendê Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden ji bo Lêkolînên Rojhilata Navîn û Asyaya Başûr kir.

Hêro Mistefa neh zimanan dizane: Kurdî, Îngilîzî, Erebî, Farisî, Hindî, Rûsî, Tirkî, Spanî û Yewnanî.

Di sala 2009an de bi navê “Lehenga Amerîkî” li ser jiyana Hêro Mistefa belgefîlmek hat amadekirin. Ji bo ku dîplomata Kurd dest bi kar bike, divê Senatoya Amerîkayê pêşniyara Biden bipejirîne.

Back to top button