Hevpeyvîn

Herêma Kurdistanê dixwaze pêwendiyên li gel Tirkiye başbin

Serokwezîrê  Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku ew giringiyê didin peywendiyên li gel welatên cîran û got, ku Tirkiye ji bo wan welatekî giring e. Serokwezîr got ku, ji bo normalkirina peywendiyên di navbera Hewlêr û Enqerê de  li hêviya pêngavên dinin.Serokwezîrê Kurdistanê Barzani piştî civîna hukumeta Kurdistanê konferansek çapenîyê li darxist behsa civînê kir û  bersiva pirsên rojnemevana da.Nêçîrvan Barzanî di destpêka civînê de Cejna Çarşema Sor a Kurdên Êzidî pîroz kir. Barzanî ragihand, ku civîna îro ivîna asayî bû, di civînê de  mijara cihbûna li ser mal û milkên hikûmî hate gotûbêjkirin. Di vê derbarê de yasayek hatiye amadekirin da ku pêşkeşî Parlamentoya Kurdistanê bikin.Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin, ku di proseya propagandaya hilbijartinan de erkê hikûmetê dabînkirina ewlekariya hemwelatiyan e .Di derbarê serdana Bexdayê de Barzanî got: “Niha bi awayeke fermî di bernameya me de nîne ku em serdana Bexdayê bikin. Min bi xwe jî di ragihandinê de bihîstiye, ku dibêjin dê şand here Bexdayê. Lê pir asayî ye, ku şand di navbera Hewlêr û Bexdayê de herin û werin. Danûstandinê herdu aliyan ji bo çareserkirina pirsgirêkan jî berdewam dike.”Li ser pirsekî Serokwezîr Barzanî da xuyakirin, ku ji bo geştên esmanî yên di navbera Silêmanî û Tirkiyê de di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û Enqerê de guftogo hene û diyar kir: “Em hêvî dikin ku bikarin vê mijarê çareser bikin.”Şandeke Herêma Kurdistanê li ser vexwendina Wezîrê Aborî yê Tirkiyê çûbû Tirkiyê û li gel Serokomarê Tirkiyê Tayyîp Erdogan hevdîtin kiribû.Di vê derbarê de Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin: “Şanda Kurdistanê li ser daxwaza Wezîrê Aborî yê Tirkiyê çûye Stenbolê. Di çarçoveya vê konferansê de li gel birêz Serokomarê Tirkiye hevdîtinek pêk anîne. Em li hêviya pêngavên din in ji bo peywendiyên Hewlêr û Enqere asayîtir bibin, ku niha ber bi asayîbûnê ve diçe. Tirkiye ji bo me welatekî giring e û herdem Herêma Kurdistanê xwestiye peywendiyên wê yên li gel Tirkiyê baş bin.”Nêçîrvan Barzanî ji bo destpêkirina geştên esmanî yên di navbera Tehran, Hewlêr û Silêmaniyê de kêfxweşiya xwe anî ziman û got: “Peywendiyên me yên li gel Tehranê û herwiha bi giştî peywendiyên me yên li gel cîranên me baş in.”Li ser mijara vegera hêzên pêşmerge bo Kerkûkê Barzanî da zanîn, ku di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê, Iraq û Amerîkayê de ti rêkeftinek nîne û got: “Bê guman em ji ber rewşa ewlekariya wan herêman nîgeran in. Em piştgirî didin ewlekariya wan navçeyan. Piştgirî didin pêngavên Bexdayê yên ji bo parastina ewlekariya hemwelatiyan. Di vî warî de tişta bikeve ser milê hikûmeta Kurdistanê em amade ne bikin.”Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin, ku nehiştine PDK li Kerkûk û cihên nakok baregahên xwe veke û lewma jî li wan deveran hilbijartinan boykot dike.Serokwezîr Barzanî da xuyakirin, ku hilbijartin yên parlamantoya Iraqê ne û hemû partiyên Iraqê dikarin li Kurdistanê namzedan nîşan bidin. Ji ber vê yekê jî ti nîgeraniyeke wan nîne.Li ser pirsekî Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kirk u gelê Kurd ji hemû gelan zêdetir fêm dike ka bikaranîna çekên kîmyewî çi karesatên mezin digihîne mirovan û got: “Weke hikûmeta Herêma Kurdistanê em piştgirî didin wan pêngavan ku bikaranîna çekên kîmyewî qedexe û asteng dike. Em hêvî dikin, ku sînorek were danîn da ku li herêmê careke din çekên kîmyewî neyên bikaranîn.”Nêçîrvan Barzanî derbarê rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê de destnîşan kir, ku niha ji mehên borî rewşa aborî baştir e û wan ber bi pêş ve gav avêtine. 

Back to top button