Civak

Herêma Kurdistanê bi xwîna şehîdan hatiye damezirandin

Gelek xêrnexwaz û neyarên Kurdistanê destketîyên Herêma Kurdistanê piçûk dibînin û Herêma Kurdistanê wek “Karton“ ango kaxez bi nav dikin.  Ew alîyên ku bi taybet neyartîya Herêma Kurdistanê, PDK û Barzanîyan dikin, PKK, alîgir û hevkarên wê ne. Ewên ku di tekoşîna xwe ya 45 salan de li Bakurê Kurdistanê koxikek mirîşkan jî azad nekirine, îro berberî û dijminatîya Herêma Kurdistanê û Barzanîyan dikin.  Esasen dijminatîya wan ji tirsa serxwebûna Kurdistanê tê. Ew alîyên ku Herêma Kurdistanê wek Karton bi nav dikin û qaşo henekê xwe pê dikin, ji bîr dikin ku ji roja roj de taşeronî û xulamtîya berjewendîyên dagîrkerên Kurdistanê dikin û bûne dergevanên sînorên dagîrkerên Kurdistanê.

Di vê derbarê de Ofîsa Serok Barzanî daxuyaniyek nivîskî belav kir û bersiva xêrnexwaz û neyarên Herêma Kurdistanê da.

Di daxuyanîyê de hat gotin: “Li vir em bersivek hevbeş didin nîqaşên ku Herêma Kurdistanê wek karton bi nav dikin û diyar dikin ku Herêma Kurdistana Iraqê ne ji kartonê ye, encama xwîna bi hezaran şehîdan û rondikên bi hezaran dayîkên şehîdan e. Herêma Kurdistanê bi xwîn û rondikên gelê me hatiye avakirin û wê bi xwîn û hêstiran bê parastin”.

Wek ku di bersiva Baregeha Serok Barzanî de jî eşkere hatiye gotin, Kurdistan ne ji kartonê ye, ji derya xwîn û hêstirên milletê Kurd afirî ye û wê bi heman şêweyî bê paraztin jî. Ewên ku li hember Herêma Kurdistanê û destketinên wê bêrêzî û bê hurmetê dikin helbet wê di rûpelên dîroka Kurdistanê de wek rûreş bên bi bîr anî

Back to top button