Civak

Her Kurdekî Başurî hindî 6 Bakuriyan elektrîkê bikartîne

Wezîrê Karebaya(elektrik) Herêma Kurdistanê dûpat kir ku bi sedema zêdeçûnî û bi lezî geşbûna Herêma Kurdistanê nikarin karebaya pêwîst dabîn bikin.

Yasîn Ebûbekir, li daxuyaniyek de ragihandiye ew plana li çar salên derbasbûyî de ji bo Wezaretê hebû, beşa herî mezin bi cîh kirine, lê belê ne hêsane bikarin li gel geşbûna Herêma Kurdistanê biçin.

Eve jî eşkere kiriye, bikaranîna kareba ji bo her takekî Kurdistanê beramber bi takekî li welatekî wekî Tirkiye, Îran û Urdin, şeş caran zêdetire û eger stratejiya çawayiya kareba li aliyê hemwelatiyên xwe peyrew bikin bêguman rêjeya kareba digihe 24 demjimêr li rojek da.

Li dawiyê de Wezîrê kareba eve jî zelal kir ku li dema pêkirina şevan kareba digihe 3500 megawat, eve berhemekî navxweyiye û li ser her sê parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Dihok tê dabeşkirin. Her wiha 500 megawat jî didin Kerkuk û Musil û navçeyên Kurdistaniyên derveyê Herêma Kurdistanê.

Back to top button