Nivîsar

Hemû preskonferensa serokwezîrê Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, piştî civîna civata wezîran ku îro duşemê 06.11.2017ê li bajarê Hewlêrê hat sazkirin, di preskonferensekê de behsa rewşa Herêma Kurdistanê û çewaniya çareserkirina pirsgirêkan bi Bexdayê re kir û bersiva pirsên rojnamevanan da.Nêçîrvan Barzanî got:Rewş û qonaxa Herêma Kurdistanê tê de derbas dibe:- Herêma Kurdistanê di qonaxeke dijwar de derbas dibe, divê bi geşbînî li paşeroja xwe mêze bikin û bi yekgirtin û yekrêziya navebra hemû aliyên siyasî û pêkhateyan dê vê qonaxê jî derbas bikin û şertê vê serkeftinê divê berjewendiyên taybetî û yên din bidin aliyekî û bi yek deng weke kurd û pêkhateyên din yên Kurdistanê vê qonaxa dijwar derbas bikin.- Piştî referendma herêma Kurdistanê komeke bûyeran qewimîn û, di vê çarçoveyê de, ez dixwazm behsa çend xalan bikim; hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûra Îraqê de, ew destûra hemû gelên Îraqê deng jê re dayî, ji bona parastina aramiya deverê, Îraqê û Herêma Kurdistanê û di çarçoveya destûrê de danûstandinên cidî û vekirî digel Bexdayê encam bide û bigihin encamekê di berjewendiya hemû gelên Îraqê û gelê Kurdistanê jî de be.Bikaranîna hêzê pirsgirêk çareser nabin:- Bi dîtina me pirsgirêk bi rêyên leşkeî û anîna arteşê çareser nabin, lê çareserkirina pirsgirêkan pêwîstî bi diyaloga cidî ya siyasî heye daku li ser hemû pirsên navbera Hewlêr û Bexdayê de bigihin lihevtêgihiştinek hevbeş. 14 salên çûyî ji bo me her du aliyan îspat kir ku li ser bikaranîna bingeha kî di çi qonaxekê de bêhêze û kî di çi qonaxekê de bihêze pirsgirêk nayên çareser kirin. Em weke kêşeyên nav malekê lê temaşe dikin û ev kêşe tu dema bixwemezin zanîn û bixweferizkirinê bi ser yên din de çareser nabin, lê bi lihevtêgihiştin û bi hev re çareser dibin, di nava 14 salên borî de, her ji sala 2003ê were ev yek ji bo me hatiye selmandin. Dîtinên cuda li ser şîkirina destûra Îraqê hene, lê dikare bi danûstandina ev yek yekalî bibe.Budceya Îraqê a sala 2018ê û pişka Herêma Kurdistanê:- Mixabin, duhî civata wezîrên Îraqê pirojeya yasaya budceya Îraqê pesind kir, me komeke têbîniyên cidî li ser wê pirojeya budceyê hene. Di wê pirojeyê de bi awayekî zelal û eşkere behsa qewareya siyasiya Herêma Kurdistanê nake, behsa wîlayetan dike ku ev jî binpêkiirna destûra Îraqê ye, li gor destûrê qewareya siyasiya Kurdistanê navê wê Hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê ye û divê bi vî awayî miamile bi Herêma Kurdistanê re bê kirin. Li gor yasayê divê, li ser pirojeya budceya Îraqê, digel Herêma Kurdistanê bê axaftin û bê rêkxistin. Lê bi tu awayî digel Herêma Kurdistanê nehatiye axaftin û yekterefî wezareta darayî ya Îraqê ku niha şexsê cenabê Heyder Ebadî serperiştiya wê wezaretê dike, bêy danûstandinan bi Herêma Kurdistanê re bikin, ew reşnivîs hatiye amadekirin.- Gelek caran tê gotin ku Bexda, bi rastî, amadeye miaşê miaşgirên Herêma Kurdistanê bide, ez li vir radigehînim; eger Bexdayê ew niyet hebe, lîsteyên miaşgirên Herêma Kurdistanê li gor sîstema Biometri amadene û her dema Bexda bixwaze lîsteyên me bibîne, hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjan amdeye.Agirbest berdewam be:- Her weke hûn hemû agadar in, Îraqê hêzeke mezin a arteşê, Heşda Şebî û hêzên din li deverên Rebiye, Sihêla û deverên din komkiriye, bi dîtina me pêwîstî vê yekê nake, li şûna vê em û Bexda dikarin bi civîn û danûstandinan hemû pirsgirêkan çareser bikin. Em dixwazin agirbest berdewam be û diyaloga cidî ya siyasî digel Bexdayê encam bidin.Hinardekirina neftê:- Ji ber rewşa Kerkûkê û ew bûyerên li wir qewimîn, zêdetir ji nîva hinardekirina nefta Herêma Kurdstanê bo derve kêm bûye û dahatinî jî pê re kêm bûye, lê em lêdixebitin digel Bexdayê bigihin rêkeftinê, giringe Bexda miaşê miaşgirên Herêma Kurdistanê bi timamî dabîn bike. Li ser pirsa neftê jî divê digel Bexdayê bicivin û bi hev re bigihin lêhevtêgihiştineke hevbeş.Eger Bexda 17% bi timamî budceya Herêma Kurdistanê bide, em amadene li ser pirsa neftê danûstandina bikin û neftê bi Bexdayê bidin. Ya giring mafên Herêma Kurdistanê her weke di dastûra Îraqê de hatine diyar kirin bên bi cî kirin. Li gor wê rêkeftina siyasîya digel Îraqê hatibû îmza kirin, heta serjimêrî li sertaserî Îraqê tê kirin, pişka Herêma Kurdistanê 17% dibe.Yekrêziya aliyên siyasiyên Kurdistanê:- Helwesta hêzên siyasiyên Kurdistanêm bi taybetî yên ku di hikûmetê de beşdar in, heta dereceyek baş li ser pirsa danûstandinên bi Bexdayê ye yekdeng in. Em hêvîdar in Bexda bi vê kartê nelîze, pêwîste em hemû, em û Bexda, van pirsên cidî jê xwe bikin; Gelê me li Îraqê aramî divê yan na? Pirsên Îraqê çawa çareser dibin? Gelo bi wê yekê çareser dibin ka kê hêz heye û kê nîne? Dîroka Îraqê wê yekê nîşanî me dide ku pirs bi wî awayî çareser nabin. Eger em bixwazin aramî li vî welatî hebe û pêkhateyên Îraqê di cografiyaya Îraqê de bi hev re bijîn û paşerojeke baş ji bo hemû gelên Îraqê bi hemû pêkhateyan ve dabîn bikin. Bi dîtina min pirsên Îraqê û ew pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de hene bi yek pîvan çareser dibin ew jî gotûbêjên stratejîk û cidî bi mejiyekî vekirî ye.Tevgera Goran jî beşeke ji pirosesa siyasiya vî welatî û min berê jî gotiye û niha jî dibêjim ve ku ew xwediyê hijmareke kursiyên parlamentoya Kurdistanê ne û em nikarin vêna li ber çavan negirin, mixabin ku ew bûyerên berê çêbûn. Eger pirs li ser xwesteke min e, belê min pêxweşe wezîrên Goran bi zûtirîn wext bo nav kabîneya hikûmeta Herêma Kurdistanê vegerin û dest bi karên xwe bikin.Deriyên tixûban- Divê di çarçoveya destûra Îraqê de çareserî ji îdareya deriyên tixûban re bê dîtin, destûra Îraqê li ser pirsa deriyên ser tixûban çi dibêje em dê wê bi cî bikin, lê ne bi wî zimanê leşkerî yê hişk ku niha tê bikaranîn ji aliyê Îraqê ve û dibêjin me hêza leşkerî heye em dê werin, ev çênabe û neçareserî ye, tu dixwazî vê pirsê çareser bikî? Werin da em bi hev re bicivin û danûstandina bikin û li gor destûra Îraqê pirsên deriyên ser tixûban û pirsa balefirxaneyan çareser bikin, hemû pirsan di çarçoveya destûra Îraqê de, ji bo niha û ji bo nifşê bê dawiyê pê bînin û divê Bexda wê biryarê bide.- Tu rêkeftinên leşkerî di navbera Hewlêr û Bexdayê nehatine îmzakirin û tu lihevhatin çênebûne. Herêma Kurdistanê li ser tu rêkeftinan poşman nebûye, danûstandin leşkeî di navbera Herêma Kurdistan û hêzên leşkeriyên Îraqê heye, lê heta niha tu rêkeftin nahetina îmzakirin.Serdana Tirkiyeyê- Heta niha tu wext ji bo serdana Tirkiyeyê nehatine diyar kirin. Em dixwazin serdana Tirkiye û hemû dewletên cîran bikin em dixwazin bi wan re danûstandin bikin û pirsgirêkên hene çareser bikin û xwesteka xwe ya ji bo aşitî û lihevtêgihiştinê nîşan bidin. Tirkiye yek ji welatên cîranên meye û welatek giringe, di nava salnê heştiyan de dema çekê kêmiyayî li dijî xelkê Kurdistanê hat bikaranîn, Tirkiyê deriyên xwe ji me re vekirin û di wan rojên dijwar de alîkariya me kir û ev yek li ber çavên me ye, alîkariyên Komara îslamiya Îranê jî nahên jibîr kirin.Hikûmet û gelê Herêma Kurdistanê dixwazin bi aşitî digel cîranên xwe bijîn û li herêmê fakterê aramiyê bin û em dê li ser vê siyaseta xwe berdewam bin. Me têkeliyên gelek baş digel Tirkiyeyê hebûn û niha jî em dixwazin bicivin û gotûbêjan digel Tirkiye û Îranê bikin û ew welat jî, ji bona çareserkirina tevya pirsgirêkan, di çarçoveya destûraÎraqê de, bi Bexdayê re alîkariya me bikin. Divê Bexda wisa hizir neke ku niha derfeteke jê re hatiye û ew mafên di dstûrê de ji bo gelê kurd hatin bi cîkirin jêwerbigire, ev hizirkirinek tirsinak e û ez hêvîdarim ev rû nede.Me têkelî digel Îran û Tirkiyeyê hene û ez bi xwe digel her du welatn di bava têkeliyan de me û dê li ser hewilên xwe berdewam bim, eger ew bixwazin em amadene heyet bo wan welatan binêrin.Rewşa Kerkûk û Şingalê- Meseleya deverên nakokîdar di madeyeke destûra Îraqê de bi zelalî hatiye behis kirin û mekanîzam bicîkirina wê medya destûrê jî hatiye diyar kirin û em dixwazin ew made bi cî bibe. Ew dever deverên nakokîdar in, çi em yan Bexda li wan devera be, her divê li gor mekanîzma destûra Îraqê diyar kirî, bên çareser kirin.- Em dixwazin koçber bo ser mal û milkê xwe vegerin, lê bi şertê ku rewşa wan deveran aram bibe. Em dizanin niha gelek kêşe li wan deveran hene, bi taybetî li Kerkûk û Duzwurmatu, heta ew koçber ji parasdtina can û malê xwe piştrast nebin, zehmete xelkê wan deveran bikarin vegerin.

Back to top button