Polîtîk

Hemû Kurd wê li dijî Tirkiyê dest bi şer bikin

Karayilan Tirkiye hişyar kir. Serokê Konseya Rêvebir a KCKê Murat Karayilan, di derbarê êrîşeke  muhtemel a Tirkiyê a li dijî Kurdistana Rojava, anî ziman ku, hemû Kurd wê bibine yek û li hemberî dewleta Tirkiyê ê şer bikin.

Karayilan got, “bila were zanîn ku, di rewşeke wisa de hemû Tirkiye û Kurdistana Bakur teqes wê veguhere qada şer.”

Li ser pirsa, ger Tirkiye mudaxeleya Rojava bike helwesta we ê çawa be?, Karayilan wiha got, “ger Tirkiye mudaxeleya Kurdistana Suriyê an Kurdistana Rojava bike, êdî ew e hemû tehamuliya Kurdan ji holê rake. Tirkiya ku li Kurdistana Bakur siyasetmedaran dike zindanê, recrîdê li ser Serok Apo giran dike, şerekî topyekun li hemberî Kurdan dimeşîne, ger rabe mudaxeleya Kurdistana Rojava jî bike, ne tenê Kurdên Suriyê, hemû Kurd li her perçeyî wê li hemberî dewleta Tirkiyê şer bike. Wextekê ku ji bo hemû Ereban Filîstin çi bû, niha jî ji bo me hemû Kurdan Kurdistana Rojava ew e. Li hemberî Kurdên Suriyê yên ku dixwazin mafê xwe yê demokratîk bikarbînin û li hemberî Yekitiya Demokratîj a Suriya mudaxelekirin, wê bê wateya şer îlan kirinê û li hemberî vê li her der û qadê Kurd, wê hêza xwe xurt bike û li hemberî vê têbikoşe. Di vê wateyê de, li Rojava kî dibe bila bibe, êrîş ku ji kê were, bila zanibin ku, gelê Kurd ne bêxwediye. ”      

Back to top button