Polîtîk

Hemî neteweyan pêwîste mafê destûrî û mirovî hebe

Bülent Arınç cîgirê serokwezîrê Tirkiyeyê di kongreye çawarem ya liqa Manîsa ya AKPê  de peyvek pêşkeş kir û wî di peyva xwe de tekîd li ser wê yekê kir ku êdî cudahiyên netewî û olî li Tirkiyeyê nemane û ew cidahiyên beriya nuha di navbera netewe û olan de hebûn li ser destê AKPê ew cudahî ji hole hatin rakirin û nuha hemû netewe û ol wek bira bi hevre li Tirkiyeyê de dijîn.
 
Bülent Arınç got:
 
–       Ew feriq û cudahiya li Tirkiyeyê hebû, AKPê ji hole rakir. Yên ku ji ber kincan, ol û netweyî cudahî dikir li Tirkiyeyê neman, çunkî me, ew hemû jibavbirin. Îro di vî welatî de dive hemû kes bi awayekî normal behsa nasnameye xwe bike. Wan neteweyan pêwîste mafê destûrî û mafê mirovî hebe. Me bi hev re ev welate ava kir û Komar îlan kir. Me bi hev re şerê rizgariya Tirkiyeyê kir. 

Bi hezaran salane hemû pêngav me bi hev re û bi awayekî biratî avêtin û tu kes nikara vê biratiyê têk bide.

Cîgirê serokweîrê Tirkiyeyê di berdewamiya axaftina xwe de behsa siyaseta AKPê kir û got ku, Tirkiye hemû neteweyan weke yek himbêz dike û wî weha berdewam kir:
 
–       Rê û siyasete me ewe ku di vî welatî de her neteweyek be bila bibe, hemûyan himbêz bikin û mafê nasnameya ewan jî di bin garantiya me de ye, pêdana wê nasnameyê jî ne tişteke ku em bi xêra xwe pêşkeşî wan dikin, lê mafekê wan yê xwezayî ye. Êdî nabe feriq û cudahî hebe. Em dibêjin yekêtî, yekrêzî û bihevrejiyan.
 
Arınç di dawiya peyva xwe de behsa wan kes û aliyan kir yên ku yekrêzî û yekêtiya Tirkiyeyê dilgiran di bin û got:

 –       Ez dizanim ji bo yekêtiya Tirkiyeyê çi pêwîste, yên ku dilgiran jî dibin, çi dikin bila bikin.


Rojevakurd

Back to top button