Helwestek: Kelha Kul û Derda
KELHA KUL Û DERDA
Li gul û çîçekan digerim nabînim,
Şev û roj her xem û derd a dicivînim,
Gelek bi jan û derd û her bi birînim,
Bi şiîran qaz qulingan vedgerînim.
Em temamê qewman yek yek dihijmêrin,
Em rêz dikin û ji hev divewejêrin,
Kîne ê jîr û jêhatî merde mêrin?
Ewin, ê têr aqil û pere û zêrin.
Di wextekî navên qewmê Kurd jî hebû,
Desthilatdar xwedî nexşî û sereke bû,
Yekser û yek par bû, ne pîne û parçe bû,
Xwedî maka zagonî û perwerde bû.
Xwedî dîrokin, xwedî çol û çîyane,
Mixabin çem û kanî tevan zuhane,
Kelha Eroh û Cizîrê bê mîr mane,
Ew aqil mend Elo û Ebûlîz windane.
Em lı dermanê derdû xema digerin,
Hin aqilmendin û hin xort û dîlberin,
Li qada peydene, lê bêser û berin,
Ji Kurdewarî û netew bê xeberin.
Ez gerîyam min Kurdîstan ser û bin kir,
Min tev dêra kêl û serad û bêjing kir,
Min tu xêr û tu cewher ji wan peyde nekir,
Heçî hat gir û gir, lê kesî ti nekir.
Min berê xwe da daristan û zozana,
Zozan diqirin dengê berx û mîhana,
Gul û çîçek û beybûn belbûn reng dana,
Dengeg kûr dihat, ji bilûra şivana.
Min xwe berda nizar û gelîyên pir kûr,
Ji pirûskê zozana ketim gelek dûr,
Leqay guvendê bûm bê saz û bê bilûr,
Tev ji dêrsim û Amed Mêrdîn û xabûr.
Hebûn çol û çîya guher û rêbûwar,
Deşt û newal û midreb, mabûn beyar,
Hemî ji destê vanê hem dost û neyar,
Gel hiştin bê kes û kûs bê serok bê kar.
Ma qey ne şerme, ku emin xwedî hebûn,
Çola bê pîvan ser çîya tev piling bûn,
Em xwedî rez û werz dêmik û selekûn,
Çiyayê Kurmênc û Şengal tev ê mebûn.
Xaîna firotin kirin wêran û sotin,
Li serserê me bûn paşa xwedî fortin,P
Xaîntî feşartin û ji kesîr negotin,
Bo dijmin xwilam in, ji mer melkemotin.
Me kire hewar û gazin, me gilî gir,
Medî hinek derketin tev bi zire zir
Dijmin li serê me kirin wekî agir
Kesek nizanê kîne keç û kîne kur.
26.8.2018 Dilciwan