Dosya

Helîkoptera HSDê û hinek xalên bi guman û agahî

Perdeya mijê ya li ser bûyera helîkoptera ku êvara 15ê Adarê li gundê Bêrkiyat yê ser bi bajarokê Çemankê yê Dihokê ketibû, hê jî ne diyar e. Eşkere ye ku bûyer ne weke daxuyanîya HSDê sivike, ne hêzek bû ku ji bo “guhertineke perwerdehiyê” çûbû Silêmaniyê.

Doza Susurlukê ya duyemîn

Di sala 1996 an de wesayîta kesê bi navê «Ebdullah Çatlî» ku li çar aliyên cîhanê ji ber sûcên kuştin û qaçaxçîtiya eroînê dihat lêgerîn, li navçeya Susurluk a Balikesîra Tirkiyeyê wesayîta wî qeza kir. Çatliyê ku li çar kinarên dinyayê lê digerîn, di wesayîta  wî de parlemanterek û midûrê polîsan jî hebû. Vê Qezayê têkiliyên dewleta kûr a mafya û sîyasetê derxist holê.

Dikare bê gotin ku ketina helîkoptera HSDê bûyera duyemîn a Susurlukê ye. Vê helîkopterê rastîya Pêwendîyên HSD-PYD û YNK-PKKê eşkere kir. Wê têkiliyên tarî yên di navbera van hêzan de li ser mijarên siyasî û aborî yên wekî çek û narkotîkê eşkere bike.

Daxuyaniya HSDê û agahiyên nerasterast ên medyaya PKK-YNKê bi mebesta veşartin û şûlîkirina vê bûyerê ye. YNKe heta niha derbarê mijarê de ti daxuyaniyek nedaye. Wekî din, cewherê vê Bûyer ji ya ku tê pêşbînîkirin pirr cûdatire.

Darka Mazî jî ji derdorên PKKê  û HSDê agahî girt û hin mijara vê bûyerê ronî kir.

Rotaya helîkopterê bû ku veye?

HSDê di daxuyanîya xwe de ragihand ku helîkopter çûye Silêmaniyê. Lêbelê, rotaya helîkopterê eşkere dike ku ravekirin ne rast e. Ji ber ku qada ku helîkopter lê ketiye, li ser rêya Silêmaniyê nîne. Çavkaniyên ku me xwe gihandinê, diyar dikin ku çûn û hatina helîkopteran di navbera HSDê û YNKê de ji sala 2017 an ve weke rotînî didome. Di sala 2017 an de di navbera HSDê û YNKê de trafîka helîkopteran heye. Roteya vê trafîkê li ser Silêmanî, Kerkûk, Mexmûr, Mûsil, Şengal, Til Koçer pêk tê. Hatin û çûna ser Kerkûk, Mûsil û Şengalê bû hêzên Heşda Şebî tê ragihandin. Ev hatin û çûn dem bi dem ser YNKê çarna jî ser Heşda Şebî tên tomarkirin.

Lê rotaya helîkoptera ku şeva 15ê Adarê ketiye xwarê, ti eleqeya wê bi rêya Silêmaniyê re nîne. Rêya helîkopterê herêma Garê û Behdînan e. Ew rota Gare bi qasî 200 km li bakurê rîya Sîlêmanî-Kerkûk-Şingalê dikeve. Ji ber vê sedemê jî gotina “perwerda Silêmanî” ya di daxuyaniyê de tu rastîya wê nîne. Hedefa helîkopteran çiyayê Garê û doranê wê ye.

Ev ne firîna yekem a herêma Garê ye

Weke ku tê gotin, PKKê heta niha li ser vê rêyê çend seferên helîkopterî pêk anîne. Li hemû hatin û çûnan de cewê baran dihat tercîhkirin. Her wiha geliyên vala li herêma ji çiyayê Xêre heta Bêxêrê hatin şopandin. Li van seferên Helîkopterî de Mûşek, cebilxane û fermandarên PKKê yên leşkeri tînin û diben.

Bê şik û bê guman hedefa helîkoptera ketî jî çûna baregahên PKKê li Çiyayê Garê bûye. Ji bo wergirtina hinek ferman û fermandara. Di nav agahiyên ku hatine bidestxistin de ji bilî yê ku navên hatine eşkerekirin endamekî fermandarî jî heye.

Ev Helîkopterên kê ne?

PKKê ji sala 2015 an û vir ve hewl dide xwe bigihîne balafiran. Beşek ji karmendên wê li Ewropayê û hinek jî li Îranê hatin perwerdekirin. Van kesan perwerdehiya lîsansa pîlotî yê bi armanca taybetî wergirtin. Her wiha kadroyên PKKê yên di nava HSDê de jî heman perwerde dîtin. Yanî her çiqas PKKe ne xwedî helîkoptereke şer be jî lê bo gelek mebestan têbikar anîn.

Lê hin delîl hene ku helîkoptera ketiye xwarê ya YNKê ye. Gelek wêneyên Bafil Talabîn û berpirsê hêzên Antî-Teror ên YNKê Wehap Halabçeyî li ber helîkoptera  tîpa AS350 a Eurocopter a ku ketîye xwarê hene. Her wiha, di daxuyaniya HSDê de îfadeyeke wekî ku helîkopter ya HDY ye, nayê bikaranîn.

Mijara helîkoptera dûyemîn jî pirr tevlîheve. HSDe derbarê helîkoptera duyemîn de ti agahî nade. Nayê zanîn ka ew helîkopter bi rastî ketiye yan jî li nuqteya koordîneya PKKê danaye, lê nikare rabe.

Agahiyek balkêş ji bo 15ê Adarê: Bodyguard kî ne?

Ev rastiyeke ku helîkopter têkiliyên tarî yên YNK û PKKê nîşan dide. Lê bi taybetî di 14-15 ê Adarê de li Silêmaniyê YNKê aloziyeke çekdarî ya balkêş hebû. Li taxê Serçinarê ku herêma herî populer a Silêmaniyê ye, hêzên girêdayî Bafil Talabanî êrîşî çend cihên din ên wekî Otela Lalezar a girêdayî Lahor Cengî kirin. karmendên wê desteser kirin. Di rastiyê de beriya wê jî di 8 ê Adarê de hêzên girêdayî Bafil Talebanî êrîşî cihê qesra Lahor Cengî kiribûn. Karmend û pasewanên li qesrê çavên wan girtî bûn û kiryarên terorîstan li wan hatin kirin.

Lahore Cengî bang li hêzên navneteweyî kir û bûyer wekî “kiryareke xeternak” bi nav kir.

Di pêvajoya tasfiyekirina vî Lahor Cengî bi darê zorê de astengiyên Bafil Talabîn hene. Yek ji wan jî ew e ku di nava pêkhateya leşkerî ya sereke ya YNKê de, hêzên Antî-Teror ên bi navê “Lî Xoman Parastin” gelek kesên dilsozên Lahor Cengî hene. Her çend Bafil piraniya wan tasfiyekiribin jî, Lahor Şêx Cengî ku 10 sal in berpirsê hêzên Dije-Terorê yên YNKê bû, layengir û dilsozên wî yê pir veşartî hê jî hene.

Tê gotin ku Bafil Talabanî ji ber bandora Lahor baweriya xwe bi hin kesên li derdora xwe nayne. Di hawirdora YNKê de ku hemû kes hev nas dikin û ji hev ditirsin, zû plan û nehênî têne eşkerekirin û agahî zû belav dibin. Bafil di vî warî de bi PKKê û HSDê re hevkarî kir, tê zanîn tîmên PKKê û HSDê beşdarî hin operasyonên taybet yên YNKê dibin.

Yanî daxuyanîya nezelal a HSDê ya “ji bo perwerdeyê diçûn Silêmaniyê” îhtîmala ku Bafil Talebanî ligel tîma HSDê beşdarî operasyonên tarî bibin. Ev îhtîmal li gorî pêwendîyên Bafil û PKKê vê piştrast dike.

Herwiha HSDê ku berî nûke ev kare ji bo Lahor Cengî kiribû, vê carê jî heman xizmetê bo Bafil Talebanî dike.

Helwestên Bafil Talabanî yên sivik

Di dema ku ev hemû diqewimin, Bafil Talebanî bi gotar û helwestên xwe yên sivik didomîn e. Bafil wêneyekî xwe yê bi cil û bergên hêzên dij-terorê yên HSDê YAT li xwe kiribû parve kir.

Ev helwesta Bafil Talebanî bi piranî li dijî Lahor Cengî û baskê nava YNKê yên ku jê nerehete tê kirin.

Banga HSDê bo pêwendîyan bi Hikumeta Erbîlê re

HSDê Ji ber ku HSDe dizane ku bûyer bûyereke tarî ye û di bin wê de planên veşartî dê eşkere bibin, hewl didin bûyerê tenê li pişt şehîdan, qehremaniya şehîdan, şerê li dijî DAIŞê û hwd veşêrin. Ji bo vê yekê jî xwe ji danûstandinên bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re dûr dixe. Ew bang li malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane dike ku ew biçin û daxwaza cenazeyên xwe ji hikûmeta “Herêma Kurdistanê” bikin.

Di dema ku helîkopter li ser xaka di bin parastina hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêzên wê de derbas dibe, destûrê ji hikûmetê wernagirin. li piştî hikûmetê re karên veşartî dimeşînin. Serwerîya Hikumeta Kurdistanê binpêdikin. Piştre jî, cewekî hestîyar tê avakirin gotinên derew belavdikin di xwazin bûyer veşartî bimîne.

Ev hemû helwest nîşanê me didin ku planeke tarî di navbera PKK û YNKê de ji bo Herêma Kurdistanê heye. Lingek vê planê jî di bin navê yekîtiya neteweyî de watekî siyasî tê dayîn. Lê du lingên vê planê hene yek leşkeri du qaçaxçîtî.

Ketina helîkopterê ne weke bûyerek hêsan e. Nîşana komplo û plangerîya li dijî Herêma Kurdistanê ye.

Darka Mazî dê li gorî agahiyên ku li ser mijarê hatine bidestxistin lêkolîna xwe dê bidomîne û gûncaw bike.

Jêder: Darkamazî

Back to top button