KulturRojev

Helbest:Şerê hemû kurdan li dijî hemû kurdan

Zanist wek helbest e

Ew poesî ye

Ew li ser hest e

Ew Kurdistan e.

Ew di rastîya xwe de xemilîye

Ew hemû rastîyan pêk tîne

Ew tevahîya rastîyan dîyar dike

Ew rastîyan di qada mantiqî de pêk tîne.

Zanist pêvajo ye

Ew li ser hest e

Ew zanîna hemdem, pîrbûn, xew, jiyan û mirinê ye

Ew cûdahiya helbest û poesîyê ye.

Ew cîhan her kes e

Poesî hesta ziman e

Poesî hizra kûr e

Helbest agahdarî û naverok e.

Şer ew e ku dema ziman têk biçe

Şer nîşana têkçûna mirov e

Şer dikuje

Şer wekî şev e, taristanê ye.

Gelo helbest û poesî heman in?

Dilê min şikestîye ji kerban

Dilê min ji xîyaneta kurdan xwîn dibe.

Dilê min xwîn dibe.

Bakur li dijî Başûr, Başur li dijî Bakur

Eşir li dijî eşîr

Partî li dijî partî

Kurd li dijî kurd.

Jiyana ebedî ji bo Kurdan îmkanek e

Roj, ya me ye lê mîrên me ên dojehê ne,

Ew di dojehê de ne

Ew padîşahên dojehê ne

Ew mîrên tariyê ne.

Şerê hemû kurdan li dijî hemû kurdan

Şerê hemûyan li dijî hemûyan

Şerê hemûyan li dijî hemûyan

Yê ku ji alîyê kesên din ve tê bawerkirin ku bextewar e, ne yê bextewar e, wisan bawer dike.

Roj dibiriqe

Roj ji bo me dibiriqe

Roj jîyanê dide

Roj bi qasî dayîkê bi rûmet e.

Her tişt di giyanê wê de ye

Her tişt niha ye

Her tiştê ku heye

Di cane wê de ye.

Jîyan ji miriyan re dibêje:

Ji nû ve û ji nû ve ji dayîk bibin

Ji ber ku hûn kole ne,

Hûn koleyên spî ne,

Hûn koleyên spî ne.

Ez ji vê rewşê şerm dikim

Destê xwe dirêjê ser axê dikim

Şeytan jê derdixim,

Şeytan wek ” Mîrê tarîyê yê Bakur” e, lê zanist mîrê ronahiyê ye.

Zanist dê nîzama Bakur vegerîne

û her tişt dê baş bibe.

Biryara ku me gihandiye ev e

Zanist mîrê xwe ye, mîrê hebûna xwe ye.

06.05.2023, Stockholm

Maruf YILMAZ, doktoremend, mamoste

Back to top button