Kultur

Helbestek: Delalê Dil

Higî bêrya te dikim
Te bi xewnêr xew dikim
Dil li te dorpêç dikim
Ma tê çawa jê herî
 
Hingî pesnê te didim
şekir ji lêv  der didim
Nîva dil ez mer didim
Kûnca teye bê derî

Navê te go bandikim
Zînê ji gor radikim
Jînê li xak pardikim
Tû di eşqêd rêberî

Dema te bi rê dikim
Rê nerîna rê dikim
Hêviya ez lê dikim
Kengî lawko tê werî

Şop û şûnê bêhn dikim
Sawêra himbêz dikim
Jîna xwe bin pê dikim
Dibme gorî wî serî

Xûrşîd Xelîl

Back to top button