Helbestek
120.KURDÎSTANEK TIJE Û TÊR E!
Kurdîstanek e tije û têr e,
Lê mixabin maye ji xelkê re,
Mafê gelê Kurd tev dikin gêre,
Lê ez vî derdî bêjim ji kê re?
Çawa ew dizê kadînê kayê,
Sixêfa bikin lîderê dinyayê,
Dîwan teng bû sebra me lê nayê,
Rast berê me didine belayê.
Kurtîlxwer tucar nabin wek mera,
Ser bêndera dizirin wek kera,
Ji xwe mestir dibêjin xebera,
Lê gazî xêr nakê li tu dera.
Ji mer pêwîst e lîderek netew!
Ku her wextî pêş neyar hebê ew,
Xebat nabê bi tilîya û haw haw,
Wek mehîra nekelî û kêm dew.
Heta hûn bikin çewt û çav sorî,
Wê Kurdîstan bibê piç û parî,
Ku li gelê xwe bikin zordarî,
Wê Kurdîstan herê bi yek carî.
Barzanî dibêjê: Kurdîstan e,
Alîyek deşte û yek zozan e,
Warê bav û kalê me Kurdan e,
Ne cîyê Ereb Ecem û Tûrkan e.
Ev dijmin wekî wan gurê har in,
Ji bê tifaqî lime siwar in,
Evê neyar em zanin neyar in,
Kurdno, hûn çima bidijmin re karin?
Çi ye ew daxweza Mesûd Barzan?
Dibêj: Ku hebê Kurd û Kurdîstan,
Ji bo xwe naxwazim text û dîwan,
Bo me nexşîyek hebê li cîhan.
Em çêkin Kurdîstanek serbixwe!
Bo xweşî û hebûna gelê xwe,
Kurd tev lê rûnin bigrin paya xwe,
Wê herkes bibê xwedî mafê xwe.
Ev Kurdê ku man cahîl û nezan,
Lime teng dikin Kurd û Kurdîstan,
Hêvya me maye Başûr û Barzan,
Ewî ahdek da gelê Kurdîstan.
Mala Barzanî tevî lîder in,
Xwedî biryar dîrok û cewher in,
Serkêş in serfiraz û rêber in,
Kurdê esasî bi wan bahwer in.
27.7. 2015
Dilciwan Helbest