Kultur

Helbest: Dîwanek nû


 
Dîwana nû ya Şerzad Zeynelabidîn ji aliyê Weşanên Han hat weşandin

Dîwana nû ya şair û nivîskarê Kurd Şêrzad Zeynelabidîn ya bi navê Ji kûratiya xemên bê deng  ji aliyê Weşanxaneya Han li Berlîn hat weşandin. Diwan xebateke nû ya şairî ye. Di berhema nû Şerzad Zeynelabidînî de  137  helbestên bi mijarên cihê, evîn, hesret, tekoşîn, bêriya welat û hestên niştimanî cîh digrin.  Dîwana nû ya şairî, Ji kûratiya xemên bê deng  ji 234 rûpelan pêk dihêt.
Şêrzad Zeynelabidîn di dîwana xwe ya nû de ji zimanê me yê xweshawaz bo xwendevanên Kurd ziyafeteke dewlemend ya helbestan amade kirine.
Kerem bikin çend helbestên ji dîwanê…
 
 
Kê gotiye?
Kê gotiye zarokên me
Di bê (Noêl) in
Kê gotiye
Gerravokên ava genî
Na şilqînin û na şelin
Kê gotiye Hitlerên( Bexda)*
Geşe roja me dê bi moxlê veşerin
Çend dibê mejî û di bê eqlin
Çend sar û lewçe û diçivêlin
Kê gotiye zarokên me bê (Noêl) in
Kê gotiye sîmerxên xewnên me pîr bûne
Ne di cehêlin?
Kê gotiye rêka xebatê ew dê berden
An dê hêlin?
Kê gotiye nerme dilop
Neşen kevrên hişk û aza
Bi kelêşîn an qewêrîn
Kê gotiye rindikên wan
Nabin şehmar
Nabin dawet
Nabin hewar
Singê nehezê nehomar
Jêk dadrînin û bi kêl in
Kê gotiye
Zarokên me di bê (Noêl) in
Kê gotiye gulle topa
Naken guldan
Kirêtiya derê xanî
Pê biveşêrin
Kê gotiye gulle topa
Naken cuhnî
Da reş kilî
Bo ser salê
Têda bihêrin
 
 
26/11/1991 Frensa
 
Diyariye bo zarokên Kurda li her çar parça ku ji cejn û sersala di bê behrin.
* Hitlerên Bexda an Enqerê an Tehranê an jî Şamê hemî mîna hev cejn û sersala ji zarokên me direvînin.
 
Kela zulmê
 
Bi ser de hat kela zulmê
Peyker hemî diherftîne
Temaşakin evê bezmê
Ku em tevda dikeyfîne
 
Şahî û kêf û seyran in
Bê tirs dinivin êvariya
Bilbil şeydayê gulan in
Pirr bi coş in li mêrg û bî ya
 
Evro şikest difna zordarî
Nifrîn li wan Seddamiya
Ku şîrê makerê xarî
Bin gorr biken Efleqiya
 
Hemî rojên me tazî bûn
Mirin hatibû derê xanî
Herdem axîn û gazî bûn
Hewar çû bona ezmanî
 
Jehr dibarî li buhara me
Gul diçirmisîn sihariya
Tev reş bibû jiyara me
Bibû tazî li van tevriya
 
Millet kir bû gola xwînê
Maf û wîjdan jî li bin piya
Kî dê saxket vê birînê
Veket tola tev gundiya
 
Veket tola şar û şaxa
An kanîkên berze kirîn
An jî tola dar û daxa
An zarokên Enfal kirîn
 
An jî tola van mişextên
Li tev cîhanê belav kirîn
An jî tola wan kotirên
Li ser hêlînê serjê kirîn
 
Belê çi bikem jiyar hoye
Bibim gorî vî welatî
Dilê min şikest û pîr bûye
Bihara min dereng hatî
 
 
Fransa 09/04/2003
 
 
Ji kûratiya xemên bê deng * Şerzad Zeynelabidîn
© Şerzad Zeynelabidîn * Han-Grafik
Ji Weşanên Han Çapa 1.
Berlîn/Çile-2011
Weşanên Han – 57
Helbest- 23
Edîtor: Zeynel Abidîn Han
Berg Design: Gazîn Onur Han
Wêne: Ali Zulfikar
 
Çap û Girêdan:
HAN-GRAFIK Verlag & Werbeagentur
Cranachstr. 62 – 12157 Berlîn
Tel.: 00 49 (0) 30 47987052
Fax: 00 49 (0) 30 47987054
www.evra-kitap.com
[email protected]
 
ISBN: 978-3-940997-34-0
 
Weşanxaneya HAN
Beşa Ragîhandinê

Back to top button