Civak

Hejmara qurbaniyan erdhejê: 387 mirî, 6603 birîndar

Li gora Rûdaw radigihîne, ji ber erdheja bihêz a duh şev, hejmara qurbaniyan li Rojhilatê Kurdistanê her ku diçe zêdetir dibe û li gorî rayedarên hikûmeta Îranê, heta niha di encama erdhejê de 387 kesan canê xwe ji dest dane û 6 hezar 603 birîndar bûne û li gorî pêşbîniyan di demên bihê de hejmara qurbaniyan dê zêdetir bibe.Erdheja 7.3 Rîxterî yak u duh şev her çar parçeyên Kurdistanê û bi taybet Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û çend welatên herêmî hejnad, bûye sedema wêraniyeke mezin bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê û hejmara qurbaniyan jî gelek zêde ye.Li gorî ajansa fermî ya dewleta Îranê IRNA, parêzgeha Kirmaşanê zêdetirîn zirar ji erdheja duh şev dîtiye û piraniya qurbaniyan li wê parêzgehê ne û wêraniya herî mezin jî li sînorê wê parêzgehê çê bûye.IRNAyê ragihandiye, ku heta saet 16:20ê îro Duşemî di encama erdheja duh şev de 387 kesan canê xwe ji dest dane û 6 hezar û 603 kes jî birîndar bûne.Berî çend saetan Wezareta Tendirustiya Îranê di daxuyaniyekê de hejmara qurbaniyên erdhejê li sînorê parêzgeha Kirmaşanê bi 370 kes û hejmara birîndaran jî bi zêdetirî 6 hezar kes ragihandibû.Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî di peyamekê de hevxemiya xwe li gel lêqewimiyên erdhejê û kesûkarên qurbaniyan ragihandiye û tekez kiriye, ku “hikûmet dê bi hemû şiyanên xwe û bi rêya tevahiya saziyên xwe” alîkariya xelkê lêqewimî bike.Ruhanî di peyama xwe de ragihandiye, ku Cîgirê Serokomar Ishaq Cehangîrî hatiye erkdarkirin ku serpereştiya hemahengî û gihandina alîkariyan bi xelkê Kirmaşanê û deverên ku erdhej lê daye, bike.Ruhanî herwiha daxwaz ji saziyên pêwendîdar ên parêzgehên derdora Kirmaşanê jî kiriye, ku bi hemû îmkanên xwe alîkariya xelkê lêqewimî bikin.Ishaq Cehangîrî jî di du pêwendiyên telefonî de li gel parêzgarên Kirmaşan û Îlamê ji wan xwast, ku hemû îmkanên li wan parêzgehan bo alîkariya xelkê zirarmend bi kar bînin.Herwiha Rêberê Îranê Elî Xaminêyî di peyamekê de ji hemû saziyên leşkerî û dewletî xwast ku bi hemû hewl û şiyanên xwe alîkariya lêqewimiyan bikin.Ji aliyekê din ve ajansa nûçeya a ILNA ya Îranê ji zarê Rêveberê Hevbeşiya Sînornişînên Kirmaşanê, Husên Besatî ragihandiye, ku gihandina alîkarian li cihên erdhejê gelek hêdî birêve diçe, bi awayekê ku yekemîn karwana alîkariyan ku ji çadir û betaniyan pêk dihat, piştî 12 saetan gihîşte navçeya Selas Bawecanî.ILNAyê herwiha gotiye: “Xwarin û sotemenî nehatiye dabeşkirin, eger sotemenî neyê dabeşkirin, ji ber sermaya zêde dê hejmara qurbaniyan zêdetir bibe. Birşîtî jî sedemek e dine, bi taybet ji bo zarokan û kalan rewş gelek xirab e, çadir jî bi hejmarekê ku têrê bike, nehatine dabeşkirin û piraniya malbatan bê penah mane.”Li Başûrê Kurdistanê jî Wezîrê Tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dr Rêkewt Heme Reşîd ji Rûdawê re ragihand, ku di encama erdheja duh şev de heta niha 7 kesan canê xwe ji dest daye û 321 kes jî ji ber birîndarbûnê yan tirs û ji hişçûnê bo nexweşxaneyan hatine veguhastin.Navenda Geofîzîka Îranê û herwiha Navenda Geolociya Amerîkayê ragihandine, ku navenda erdhejê li ser sînorê Iraq-Îranê û di navbera parêzgehên Helebce û Kirmaşanê de bûye û bihêziya wê jî 7.3 Rîxter bûye.

Back to top button