Civak

Hêjmara kurdan di nava artêşê de %2 kêmtir e

Sererkanê berê yê Iraqê Babekir Zêbarî beşdarî bûleta Nîvroj a Rûdawê bû û derbarê rewşa niha ya artêşa Iraqê axivî û got: “Piştî hilweşandina artêşa Iraqê ya sala 2003ê, me hewl da em li gel hêzên hevpeymaniya navdewletî ji nû ve artêşekî damezrînin. Biryar bû, ku di nava vê artêşê de rêjeya Kurdan %20 be, ya snniyan %25, şîeyan %50 û yê pêkhateyên din jî %5 be.”Bi gotina Zêbarî, li gorî dabeşkirina di nava Wezareta Berevaniya Iraqê de, divêya fermandariya giştî ya hêzên çekdar ya şîeyan be, wezareta berevaniyê ji sunniyan û sererkanî û sekreteriya giştî jî  ji bo Kurdan be lê niha rêjeya Kurdan % 2 kêmtir e û sererkanî jî ne di destê Kurdan de ye.Derbarê rêjeya sunniyan jî Babekir Zêbarî diyar kir: “Rêjeya wan jî pir kêm bûuye, lewma artêşa Iraqê zêdetir ber bi tayfî û mezhebûnê ve diçe.”Sererkanê berê yê balkişande ser hebûna Heşd aŞeibî û yasayîkirina vê hêzê ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve û got: “Heşda Şeibî weke artêşê ne rêkxistî ne. hevşêweyî mîlîsî û grûbên cuda ne. lewma ew bi artêşê ve hev naguncin. Herwiha li gel hêzên din ên weke polîs û dijî terorê jî naguncin.”Babekir Zêbarî ji aliyê leşkerî û lojîstîkî ve artêşa Iraqê nirxand û da xuyakirin: “Artêşa Iraqê xwediyê çekên baş e. Firoke, helîkopter, tang, zirxpoş û topên wan ên modern hene. Heta sala 2011ê jî artêşa Amerîkayê ew perwerde dikirin. Lê piştî vekişandina hêzên amerîkî û rahênanên wan, nekarî di dema şerê DAIŞê li ser piyê xwe bisekine.” 

Back to top button