Nivîsar

Hêja behsa aşitiyê! dike

Hevserokê Tirk yê HDPê Sezai Temeli parlementerê HDPê yê Wanê ye. Bi minasebeta cejna Qurbanê serdana Wanê kir û civînek li darxist. Di civînê de Temelî behsa pêvajoyek ya “ Aşitiyê ` û têkçûna vê pêvajoyê kir.Temeli di axavtina xwe de got: Eger hukumet bixwaze cardin ji bo pêvajoyek ya “ aşitî“ yê gave bavê je , em ji bo aşitî û demokrasiyê amadene.Sezai Temelî dema behsa vê yekê dike di rastiya xwe de nikarê sedemên vê axvtina xwe bide diyarkirin. Erdogan û hukumet gelek vekirî didin xûyakirin ku, eger ew ji bo pêvajoyek din ya aşitiyê gavekî bavêjin, muxatabê wan ne HDP ye.Tê zanin ku HDP di derbarê biryardanê ne serbixweye û biryara lepta HDPê ji Qendil tê girtin. Temelî û hukumet û hemû aliyên siyasî vê yekê dizanin, lê kesek bahsa vê yekê nake.Kengê ji hukumetê re pêwistbe dê li gora berjewendiyên xwe bi nave “çareseriyê“ yan jî “aşitiyê“ pêvajoyekî destpê bike û Temeli jî hemd yan jî bê hemdê xwe li gora fermana were jêre dê tevbigere.Li tu deverên cihanê şer û aşitî bi hevre nabe. Aliyên behsa aşitiyê dikin dive ji berî her tiştekî di nava xwe de aşitîxwaz û demokratik bin.  Temeli çikas kesayetek demokrat e û bila ewqasî behsa demokrasiyê bike.Di bingehê xwe de hevserokatiya Sezai Temeli bi xwe ji bo HDPê trajediyek e . Herweha Temeli projeyek ke ku ne ya HDPê bi xwe ye jî.Aşitî û demokrasi gotinek gelek bi wate û hêjaye. Lê mixabin Temeli û yên wek wî ev gotinên bi nirx gelek erzan kirine û di kesayeta siyaseta wan û siyaseta wan de tu biha ji van gotinan re nemaye.nûçe/analiz 

Back to top button