CîhanRojev

Heger Amerîka ji Sûrîyê derkeve wê qiyamet rabe

Şirovekar Charles Lister, bal kişand ser hêzên Amerîka yên li Rojavayê Kurdistanê û got ku “heger leşkerên Amerîkî ji Sûriyê derkevin, wê qiyamet rabe” û anî zimên ku divê hewildanên hêzên Amerîkî li Sûriyê zêde bibin, ne kêmkirina wan.Yan na, vejîna DAIŞê tenê bi demê ve girêdayî ye.

Lister, di destpêka meha Adarê de ligel şandek leşkerî ya Amerîkî serdana Rojava kiribû. Şirovekarê Amerîkî teqez kir ku Amerîka li Rojava û Sûriyê yekgirtî ye û got, nêzîkî 900 leşkerên Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ji çavdêrîya asmanî berpirs in. Lister, da zanîn ku herî kêm 10 hezar endamên DAIŞê û zêdetirî 50 hezar jin û zarok li Rojava di 26 girtîgeh û du kampên di bin kontrola QSDê de ne û wiha got: “Ev rewşek xeter e, ji ber ku reva ji girtîgehê beşek ji DNAya DAI’ê ye”.

 Lister herwiha teqez kir ku hebûna Amerîkayê li Rojava û Sûriyê tevî ku li dijî DAIŞê ye, lê ji bo kontrolkirina Îranê jî gelekî girîng e.

Back to top button