Civak

Heciyên Kurdistanî 25 mîlyon dolar li Erebîstanê hiştin

Hate xuya kirin ku ji 4500 zêdetir Kurd ji bo erkên xwe yên hecîtiyê zêdetirî 25 mîlyon dolar li Erebîstana Suudî xerc kirin.

Berdevkê Wezareta Dîn û Diyaneta Hikumeta Kurdistanê Merîwan Naqşîbendî diyar kir ku , Heciyên Kurd li Mekke û li Medineyê mehekî derbas kirin û di nava mehekî de xwarin, vexwarin û ji bo erkên hecîbûyînê 4 mîlyon Dînara Iraqê xerc kirin û ew jî zêdetirî 25 mîlyon dolara Emrîkaye.

Naqşîbendî di berdawamiya axaftina xwe de wiha got : Digel xerckirina mecburî bi awayekî taybet jî pere hatina xerc kirin bo nimûna tenê ji bo xurma û ava zemzemê re 3 mîlyon dolara Emerîkî hatiye xerc kirin.

Back to top button