Polîtîk

HDP û Cumhuriyeta Tirkiye(T.C)

Li Tirkiye li ser tabeleya avahiyên hukumî serê hemû yê de T.C heye.

T.C.tê wateye Cumhuriyeta Tirkiye wek mînak T.C.Dezgehê Zimanê Tirkî, T.C.Wezereta Navxwe. Di serê hemû tabelayên hukumetê de .T.C. hebû.
Di dema AK Partiyê de ev T.C bê deng hate rakirin û hêdî bê ku T.C. hebê tenê navê dezgeha dihata nivîsandin.
Niha IYI partî ku partiyek nijadpereste pêşniyarek da Parlementoya Tirkiye û daxwaz kir ku, divê cardin ev gotina T.C bête nivîsandin. Herweha IYI Partiyê di pêşniyara xwe de daxwaz kir ku sedêmê rakirina T.C jî bê lêpirsîn.

Pêşniyara IYI Partiyî di parlementoyê de hate dengdan. Du partiya IYI Parti û CHPê ji bo pejirandina vê pêşniyarê deng dan. AK Partî li dijê pêşniyarê derket . Lê du partî bê deng man û ne gotin erê û ne gotin na.

Gelek balkêşe ku ev partî HDP û MHP bû. Sedema bê dengiya van herdu aliyan nayê zanin. Lê tê zanin ku IYI Partî ji MHPê veqetiyaye û ji bo vê MHP bê alî ma. Lê ya HDPê çiye nayê zanîn. Di bingehê xwe de HDP ne li dijê gotina T.C. ye. Lê pirsek bi vî awayî hesas de nabe HDP bê layan be.

Back to top button