Nivîsar

HDP nizane çi dike pîvanên siyasî di bin lingan de ne!

Di hilbijartinên serokkomariyê û parlementoya Tirkiye de,wek tê zanîn tifaqên cuda pêkhatin û hilbijartin çêbûn. Her partiyek yan jî aliyek siyasî helwesta xwe da kifşkirin û li gora helwesta xwe tevgera. Lê rastiyek hebû ku, ev hilbijartin ji aliyê kurdan ve û helwesta partiyên ku xwe Kurd yan jî Kurdistanî didin nasandin gelek balkêş bû.

Ji berî her tiştekî piranî hat dîtin ku, ketina parlementoyê ”armanca serekeye” herweha ji bo ketina parlementoyê hemû nirx têkdiçin ê ” nirxê herî girîng” ketina parlementoyê ye.

Di derbarê hilbijartinan de helwesta herî girîng û bi wate cardin helwesta HAK PARê û aliyên ku, gava yekem de li gel HAK PARê helwest dayîn eşkerekirin e. Wek din leytiztik û manawrayên siyasî  rola sereke leyizt.

Ji aliyek din ve hinek partiyên Kurda di serî de jî Partiya Çepên Kesk/HDPê piştî gelek çuyîn hatina biryar da ku di hilbijartinan de li himber Erdogan pişgiriya Kiliçdaroglu bike. Lê tu cara HDPê nekarî sedemê vê pişgiriyê eşkere bike. Niha jî piştî protokula di navber Kiliçdaroglu û serokê Partiya Zaferê Ozdag de hatî eşkerekirin de, HDP cardin helwesta xwe berbiçav re derbas dike û îro helwesta xwe dide kifşkirin. Helwesta HDPê Çibe hêdî tu nirxê wê tuneye. Di rastiyê de vê carê bi temamî helwest hemû ji qendîlê derketin û tu rola HDPê nebû.  Ji xwe tu cara naveroka li hevhatina li gel CHPê û Qendîl nehat eşkere kirin. Hineka ji HDPê doza eşkerekirina naveroka li hevhatina navber herdu aliyan de kirin,lê di cih de dengê wan hat birîn.

Ji berpirsên PKKê ji bo pişgiriya Kiliçdaroglu,rojane daxûyanî hatin ragihandin. Lêsen ji bilî gotgotukan tu carî kesekî behsa naveroka li hevhatina navbera HDPê û Qendil de nekir.

Bingeha HDPê de kesên ku dixwazin wek Kurd tevbigerin,piraniya wan ji xwe naçin ser sendoqa ê deng nadin Kiliçdaroglu. Di nava wan de ev yek gelek cihan de vekirî tê gotubêj kirin.

Wek din hinek partiyên kaşo Kurdistanî pişgiriya xwe ji bo Kiliçdaroglu dan kifşkirin, lê nekarîn  sedema vê yekê bidin kifşkirin. 

Gelo ji bo çi hinek partiyên Kurd pişgiriya Kiliçdaroglu dikin? Ji bo berjewendiya Tevgera Azadixwaz a Kurdaye yan sedemek din heye. Yanî yan jî pişta xwe didin berjewendiyên Kurdistanî û qalibên îdeolojiya ku, di tê de hatin mahkum kirin bingeh digrin? Gelo ji bo çi yan jî bi çi pîvanê aliyên Kurd tercîhekî navbera Erdogan û Kiliçdarogluda dikin? Xwezî bersiva vê pirsê bi dilfirehîkî bihata dayîn.

Eger Kiliçdaroglu serbikeve û rojek ji roja cardin di dibistanan de zarokên Kurd ”SUNDA ME”bixwînin û bêjin: ” Em Tirkin,rastin û jîrin” gunehê vê stoyê wan aliyên Kurd ku pişgiriya Kiliçdaroglu dikin de ye. Hêdî pêwîstî gotinek din tuneye…

25.5.2023

Nêrîn/Şirove

N.Firat

Back to top button