Vîdeo

HDP li dijê AKPê banga hevkariyê dike

Hevseroka HDPê Pervin Buldan ji bo bajarvaniyên di destê AKPê de ji destê wan derêxin banga hevkariyê kir. Buldan di hevpeyvinek ya xwe li gel rojnama Duvar,  da xûyakirin ku, ew dixwazin bajarvaniyên di destê AKPê de ji wan bistînin, Ji bo vê yekê jî HDP amadeye ji bilî AKPê û MHPê her partiyekî re hevkariyê bike.

Ev daxûyaniya Buldan gelek hate gotubêj kirin, hinek partiyên wek YENI Partî di cih de bersiva Buldan da û gotin, em bi tu awayî li gel HDPê havkariyê nakin û li gel wan hevdîtina jî nakin.

Di bingehê xwe de banga HDPê di vê derbarê de gelek cihê minaqeşeye. HDP tenê AKP dike armanc. Eger armanca HDPê behtir destxistina mafên rewa yên kurda be, dê HDP dewletê bike armanc , îro AKP li ser hukme mimkine sibehî partiyek din be.

HDP xwe partiyek Tirkiye dide nasandin û siyaseta xwe jî li gora vê dike. Yanî HDP dema wek partiyek kurd bê nirxandin  helwest cudaye û dema wek çewe ew xwe didin nasandin wek partiyek ya Tirkiye bê dîtin helwest cardin cuda dibe.

Pîvana HDPê di pêwendiyan û hevkariyan de ne pirsa kurd e. HDP li gora sistema heyî siyasetê dike û wek her partiyek ya di parlementoya Tirkiye de partiyek ya sistemê ye.

Back to top button