Nivîsar

HDP ji Pirsa Kurd dûr e!

Gelek cara li bakurê Kurdistanê behsa hestên netewî tê kirin û di bingehê pêşxistina tevgera azadixwaz a Kurdistanê de geşkirin û pêşxistina van hesta rola sereke dileyze. Mixabin cardin dibêjin li bakurê Kurdistanê, hestên netewî yanî Kurdbûn xwedî lê derketina sembol û nirxên Kurdistanî gelekî alozin.

Daxwaziyek heye li gor vê daxwaziyê hewldanek jî heye ,lê mixabin gelekî aloz e û gel, gelek ber bi vê yekê ve neçûye. Bê guman gelek sedemên vê yekê hene, belkî jî sedema yekem siyaseta PKKê ye û tevgerên girêdayî PKKê ne.

HDP li bakurê Kurdistanê dengê Kurda werdigire, ev yek jî dibe sedema bingehîn ku aliyên Tirk wan wek nûnerên Kurda dibînin. Helwest nûnertiya HDPê/PKKê bi dilê Tirkaye. Ji ber ku ew ji bo Kurda wek partiyên Tirka difikirin. Ji xwe li bakurê Kurdistanê û Tirkiye trajediya mezin ji bo Kurda ev e û mixabin Kurd bi vê yekê tênagihin û heta ji têgihandinê jî dûrin.

Di van hilbijartinên çêdibin helwesta HDPê ne ji helwesta partiyên Tirkiye dûr e. Ew dibêjin bila desthilata heyî here çi dibe bila bibe. Lê ji aliyek din hewlekî didin ku xwe bi giranî bifroşin. Ji ber ku dema tu aliyel siyasî re partiyekîre hevdîtina bikî û peymana hatî girêdan nehînî bihêlî, ev tê wateya te bazarek veşartî kiriye. Yanî aliyê tu li gel hevdîtina dikî li himber hinek berjewendiyên kesayetî tu kirî û te wek muxatabekî nabîne ku peymana li gel te eşkere bike û te wek hepeymanekî xwe qebûl nake.

Serokê CHPê Kiliçdaroglu li ser nave Maseyê 6 kolî serdana HDPê kir. Herweha pişgiriya Kiliçdaroglu tê wateya pişgiriya IYI Partiyê û hemû partiyên li ser maseyê 6 kolî yê runiştin e.

Bernameya HDPê de pirsa Kurd tuneye. Tenê ji bo destxistina dengê Kurdan siyasetê dikin. Mixabin em wek Kurd li bakurê Kurdistanê ne li gora berjewendiyên xwe yên netewî tevdigerin. Îdeolojiya çepên Kemalîst û çepên netewî çavên me kor kirine û em mehkumê xulametî koletiya xwe kirine. HDP/PKK jî vî rolî gelek baş bi cih tîne.

Li bakurê Kurdistanê heta em Kurd rasytiya xwe nebînin û berjewendiyên netewî ji xwe re nekin armanca sereke û di bin sembol û nirxên Kurdistanî de siyasetê nekin, emê mehkumê siyasetên ku îdeolojiya dijmin ji xwere kirine esas û Kurdeyatî wek maskeyek sexte didin ber rûyê xwe bimînin.

Ji bo Kurda siyaseta bi rûmet bi tenê xwedî derketin a mafên rewa yên Kurdistanîne û rêbazek li ser xeta netewî Kurdistaniye.

Nêrîn/Şirove

N/Firat

Back to top button