Nivîsar

HDP dê çewe berbijêra eşkere bike

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê aliyên siyasî berbijêrên xwe eşkere dikin. Wek hilbijartinên giştî yê parlementoya Tirkiye , di van hilbijartinên herêmî de jî hinek aliyên siyasî li hinek bajaran berbijêrên hevbeş dertêxin. AKP û MHPê wek tifaqa Cumhur û CHP û IYi Partî jî wek tifaqa Millet  li gel hev kar dikin.

Di nava CHPê û HDPê de jî tifaqek veşartî heye lê alozîya herî mezin ewe ku, CHP naxwazê vê tifaqê deklere bike. Ev jî aliyek din yê pirsgirêkan e.

Hewldan hebûn ku di nava aliyên kurd de jî tifaq pêkwerê, lê mixabin ev yek pêknehat. Partiya Azadiya Kurdistan û Partiya Sosyalista Kurdistanê bi hevre Tifaq pêkanine û dê bi berbijêrên serbixwe li hinek deveran tevlî hilbijartinê bibin.

HAK-PAR heta niha bi serê xwe ye û li gel tu aliyekî tifaq pêkneaniye. Ji aliyek din HUDAPAR jî dê bi serê xwe bikeve hilbijartina.

Hinek aliyên din li gel HDPê hevdîtina û bazara berbijêra dikin. Lê dixweyê ku HDP ne wek tifaqê kî li gel van aliya dide û distine. HDP dixwaze li hinek deverên ne girîng şeredariyekî bide van aliyan û wan bêxe xefka xwe de.  Aliyên li gel HDPê didin û distînin evin. Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiye, Platforma Demokrata Kurdistana Bakur, Tevgera Azadî û Partiya Komunista Kurdistanê.

Li gora hinek agahdariyan dê çend rojên pêşiya me de HDP jî berbijêrên xwe piştî biryara dawî li gel van aliyên siyasî eşkere bike.

Sedema ku HDPê heta niha berbijêrên xwe eşkere nekiriye, di bingehê xwe de ne hevdîtinên li gel aliyên kurd e. Ji xwe tiştekî ber bi çav nadê van aliyan. HDP heta niha biryara dawî nedaye ku, li deverên wek Stanbul, Izmir û Enqere berbijêra bide nîşandan yan na. Ev girêdayê li hevhatina  gel CHPê ye.

Ji aliyek din li Kurdistanê berbijêrên ku sibehî li dewsa wan Qayum neyên tayin kirin peyda nake. Li gora hinek çavkaniyan jî pirsgirêkên mezin di nava HDPê bi xwe de jî hene. Gelo li hevhatina li gel CHPê û aliyên din biryar ya nawenda HDPê ye yan ya Qendilê? Di bingehê xwe de ev pirsgirêka herî mezine û nayê gotubêj kirin.

Gelek kesên ku dixwazin bibin berbijêr ji nawenda HDPê behtir pêwendiyê li gel Qendil datînin. Şansek mezin hebû ku HDP li gel aliyên din yê kurda hevkariyek li ser prensibên netewî ava bike û tifaqa Kurdistanî derêxe holê. Lê ev yek nekir û bi navê tifaqê  hewl dide li hinek navçeyan çend şeredariya bide û bi vê awayî pêvajoyê derbas bike.

Lê ev helwesta HDPê dikare bibe sedema têkçûna hinek partiyan û bi vê yekê jî HDP bigihe armanca xwe. Ji xwe li hevhatina HDPê û hinek aliyên din de tu prensibên siyasî nehatine gotubêj kirin. Gotubêj hemû li ser berbijêra ye û li ser gelo dê çend navçeya bide aliyên din.

Di van hilbijartinan de dixweyê cardin ji aliyê Kurdan ve tu guhertin pêknayên.

Nûçe/Analîz

Rojevakurd

Back to top button