Polîtîk

HDP bi biryara MITê û Ocalan hatiye damezirandin

Beşîr Atalay cigirê serokwezîrê Tirkiye û koardînatorê “pêvajoya aşitiyê“ di bernameyek televizyonî de di derbarê pêvajoyê de daxuyaniyên girîng dan û got ku, HDP bi biryara MITê û Ocelan hatiye avakirin.

Atalay di beşek axavtina xwe de got: Heta niha hevdîtin bi rêya MITê dihatin kirin. Ji hir pêve dê dezgehên din jî tevlî hevdîtina bibin. Me bernameyek daniye. Dema qanûna di vê derbarê de derkeve emê bidin kifşkirin ku dê çi demî de çi bête kirin.

Herweha Atalay da xuyakirin ku, di vê pêvajoyê de HDP bi biryara MITê û Ocalan hatiye avakirin. Piştî HDP avabûyî cara yekeme ku bi wate kar têne kirin.HDP di van xebatan de rolek girîng dileyzê, berendamê HDPê Selehatin Demirtaş jî hêdî siyaseta Tirkiyebûnê dike.

Back to top button