Civak

Hayê wî ji bayê felekê tune

Ahmet Agilday ê 30 salî, li Hesenkêfê şivantîyê dike. Mêro ciyê xwe li ser serê zinarekî danîye û di vê demsala havînê de nîhaye dêya felekê, xewek ji xewa padîşahan şîrîntir dike.

Ahmet Agilday ê ku bala tûrîstan jî kişandiye ser xwe, navê cîyê xwe kiriye “Zinar Palas” û ji çapemenîyê re gotiye ku “Kêf kêfa min e, bayê hênik li şav şeqê min dixe û xema min ne tiştek e. Dinya jî xira bibe ji min re hêç e ellawekîl” û ling davêje ser ling.

Werhasilî kelam, „Zinar Palas“ di xizmeta we de ye kaka. Kesên ku bixwazin şevek ji şevên havînê, li Hesenkêfê li Zinar Palasê razên û bixwazin bayê hênik li nav şeqê wan xe, bela serî li xwedîyê Zinar Palas şivan Ahmet Agilday xe wesselam….

 

Nûçe:
Remezanê Xerzî(Lotikxane)

Back to top button