Polîtîk

Gul pêşwaziya Zêbarî kir

Wezîrê Derve yê Iraqê Hişyar Zêbarî serdana xwe ya Tirkiye de gelek bi germî hate pêşêwazî kirin. Li Enqere serokkomarê Tirkiye Abdullah Gul gelek bi germî pêşwaziya Zêbarî kir. Zêbarî û şanda pêre li qesra Çankaya ji aliye serokkomarê Tirkiye Gul ve hatin pêşwazîkirin û civînek berfireh di navbera şandê herdu welatan de pêkhat.

Piştî hevdîttina li gel Gul, êvarî jî wezîrê derve yê Tirkiye Ahmet Davutoglu li ser şerefa Zêbarî şîvek da.
Li serşîvê  rewşa welatên Ereba û bûyerên li Rojhilata Navîn piralî hatin nirxandin. Îro jî piştî Enqere Hişyar Zêbarî serdana Stanbulê dike û li Stanbulê jî li gel serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan hevdîtinekî pêktîne.

Back to top button