Polîtîk

Gul pêşwaziya BDP-ê kir

Heserokên BDP-ê Selahattin Demirtaş û Gulten Kişinak îro çûn qesra Çankaya û hevdîtinek li gel serokkomarê Tirkiye Abdullah Gul pêkanîn. Piştî hevdîtinê hevserokê BDP-ê Selahattin Demirtaş bersiva pirsên rojnemevanan da. Demirtaş li ser pirsekî got: Birêz serokkomar vegera me ya parlementoyê keyfxweşiya xwe da diyarkirin.

Demirtaş da xuyakirin ku, ew di pêvajoyek zehmet de diçin parlementoyê. Demirtaş got me dîtinên xwe ji serokkomare dan kifşkirin.

Rojnemevanekî pirsî: Gelo hunê sund bixwin. Demirtaş di bersiva xwe de got: Em hêdî vê pirsê gotubêj nakin. Emê herin parlementoyê sund bixwin û awayê pêwist tevlî xebata parlementoyêbibin.

Herweha dê sibe heyeta BDP-ê hevdîtinekî li gel CHP-ê jî pêkbînin û wê serokê parlementoyê jî serdana BDP-ê bike.

Back to top button