Nivîsar

Gotinên Kiliçdaroglu xweş xeber in, lê…!?

Namzedê Serokomarîyê û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, li Meclîsa Tirkiyê serdana Hevserokên Giştî yên HDPê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan kir. Kiliçdaroglû piştî hevdîtinê axivî, diyar kir ku girtina partîyê ne rast e. Ji bo çareserîya pirsgirêka Kurd jî Meclîs destnîşan kir û got ku nabe zimanê Kurdî bibe zimanekî nenas.  Kiliçdaroglu, di axaftina xwe de got: “Di serî de pirsgirêka Kurd, hemû pirsgirêk li Meclîsa Tirkiyê çareser dibin. Hebûna Meclîsê ji ber wê yekê ye. Emê hemû pirsgirêkan çareser bikin. Li parlementoyê, li salonê tê axavtin. Heger Îngîlîzî, Fransî be, di nav parantezê de tê nivîsandin. Dema Kurdî di gotara axaftinê de cîh bigire, ‘zimanekî nenas’ tê gotin”. 

Kiliçdaroglu, xweş axivî, gotinên maqûl û aqlêselîm gotin. Heta niha ewqasî vekirî, eşkere û bi wêrekî behsa zimanê Kurdî û çareserîyê nekiribû. Bi taybet di derbarê înkarkirina zimanê Kurdî de bertekek mezin nîşan da û got: “Kanalek bi navê TRT Kurdî heye. Weşanê dike. Tu çawa dikarî zimanekî ku bi hezar salan tê axavtin wek zimanekî nenas pênase bikî? Ev ne rast e! Divê hûn rêzê li zimanê her kesî bigirin”.  Û gelek tiştên din gotin.

Kiliçdaroglu, Meclîsa Tirkiyê wek maka çareserîya hemû pirsgirêkan dibîne û hema bêjin piranîya partîyên heyî jî di heman fikir û helwestê de ne. Helbet ev yek jî girêdana zagon û makzagonan  e. Zagon û makzagonên heyî rê li ber nîqaşên li ser pirsa Kurd û zimanê Kurdî digirin. Heke Kiliçdaroglu û şirîkên wî wan zagon û makzagonan biguherin yan jî bixwazin biguherin û zagonên li gor demokrasî û heq û hiqûkê hemwelatîyan ji nû ve saz bikin, dibe ku Meclîsa Tirkiyê bibe maka nîqaş û çaserîya hemû pirsgirêkan. Lê ku zagon û makzagonan neguherin û soz û peyamên wan tenê ji bo stendina ray û dengê Kurdan be, tenê heta dawîya hilbijartinê be, ji xwe tiştekî ku meriv zêde bêje tuneye.

Şirîkên Kiliçdaroglu, bi taybet IYI Partî û seroka wê Meral Akşener nîjadperest in û bi çavên neyartîyê nêzîkî Kurdan û mafê Kurdan dibin. Gotinên Kiliçdaroglu ji niha de bûye cîhê bertek û nerazîbûnê. Heger Kiliçdaroglu bi wêrekîya ku îro kir karibe li hember wan rawest û wê qudretê di xwe de bibîne, dibe ku bi piştgirîya HDP û partîyên çep û demokrasîxwaz Meclîsa Tirkiyê bike maka nîqaş û çareserîya pirsgirêkan. Na heger ew qudret pê re tunebe li gotinên xwe xwedî dernekeve, ji xwe wê Kurd dîsa bêjin sal bi sal xwezî bi par.

Yanî, gotinên Kiliçdaroglu xweş xeber in, lê…!?

Nûçe  / Analîz

Back to top button