Polîtîk

Gotara Beşar Esed li navxwe û derve hat rede kirin

Îro roja duşemiyê Beşar Esedê serokê Sûriyeyê li unversîteya Şamê gotarek pêşkeşî kir ku, ev gotara sîyem bû piştî destpêkirina sehildana gelên surî di roja 15ê adara borî de.

Çavdêrên siyasî û diplomasî li navxwe û derve bi heyecan li benda gorta Esed bûn ka dê çewa nexşerêya çaksaziyan li sûryeyê pêşkeş bike.
Esed di gotar xwe de got ku welatê wî rastî pîlan û kompiloya tê û xwepîşanderên sûrî bi ser sê grupa de dabeş kirin; xwediyên daxazên adil, têkder û xwediyên fikiriên radîkal.

Serokê Sûryeyê di gotara xwe de bi kurtî ex soz dan:
– Prosesa reforman pêdivî bi 3-5 mehan heye.

– Bûyer û xwepêşandanên vê dawiyê tesîreke xerab li abûriya Sûriyê kiriye.

– Divê rewşa jiyanê li welêt bê normalkirin.

– Bi rêya diyaloga niştimanî destûr bê serrastkirin, bi taybetî  maddeya heştem.

– Daxwaz ji wan hevwelatiyên Sûriyê yên ji ber zilm û zora hêzên ewlekariyê û şîdetê koçberî welatên cîran bûne vegerin bo navçe û bajarên xwe.

– Ji aliyê desthilatê ve tundûtûjî û şidet li djî xwepêşander û hevwelatiyan hatiye kirin û divê kesên ku tevlîhevî û provakasyon derxistine bên cezakirina.

– Dijayetiya gendeliyê bikin

– Şeş hezar û 700 kurdan regezxnameyab sûrî wergirtiye.

– Erzankirina buhayê gaz û benzene û înşaata.

Gotar Beşar Esedê serokomarê Sûryeyê her zû rastî rasksyonan hat û li navxwe û derve gotar hat red kirin.
Berpirsa karûbarên derve ya Yekêtiya Ewropayê Katrîn Aşton got: “ Gotara Beşar Esed em xeyalşikestî kirin.” Aşton got ku dive desthilta Sûriyê rastg be di kiryarên xwe de û diyalogekek rasteqêne digel gelê sûrî dest pê bike.

Alain Juppé wezîrê derve yê Fransayê di daxuyaniyekê de lid or gorata Esed got ku gelek kes wisa hizir dikinn ku bhêşta li pêşiya Esed wext ji bi reforman meye, lê ”Ez bi wê yek biguman im û rewş gihiştiye niqteya paşedenevegerandinê.”

Opozisyona sûrî ji didaxuyaniyekê de got ku gotara Esedî zêdetir rewş aloz kir û dê heta jinavbirina rijma sûrî xwepêşandan berdewam bin. Opozisyona sûrî di daxuyaniya xwe di li dijê diyaloga bi rêjêmê re derketin û dibêjin ku ew jib o wextkuştinê ye.

Wezareta derve ya Amerîkayê jî ragehand  û got: Ne gotin, lê kiryar lazime.

Em jî weke malpera rojevakurd dibêjin: Sed gotin gorî kiryarekê bin

Back to top button