Nivîsar

Gotara Barzanî ya li roja dawiya 13. Kongreya PDK (Tekst)

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Hevalên birêz…

Xuşk û birayên delal

Spas ji bo xwedayê mezin, spas ji bo we yên delal, kongreya me bi serkeftî bi dawî hat û eve jî demokrasiyete.

Ez bi vê yekê dixwazim gelek bi germî spasiyên xwe yên bêpayan pêşkêşî xelkê Hewlêra delal bikim ku eve heftiyeke tehemmula me kirin û wekî herdem birastî careke din diyar kirin ku bajarê Kurdperwer û bajarê dîrok û bajarê Barzanî û bajarê Kurdû Kurdayetiyê ye.

Spas ji bo wan hemû xuşk û birayan, spas ji bo hemû dezgehên emniyên Herêma Kurdistanê, Pêşmerge Asayîş û Polîs ku karîn bi vî awayî û bi hewl û têkoşîna xwe rewşeke xweşiya asayîşê berqerar bikin û pêvajoyeke wiha bînin holê ku kongre bi xweşî û bi selametî temam bibê.

Spasî we jî dikim ku we hemûyan tefehuma pêvajoyê kir û hevkariyeke tevahiya lîjneyên emniya kongreyê kir bo ku hemû kar bi rêkupêkî birêvebiçin.

Spas ji bo hemû lîjneyan ku serpereştiya kongreyê kirin û her li roja yekem ve heta îro zehmetiyeke mezin kişandin û kongreyê bi serkeftî bi encam gihand.

Bi hemû pêverek, kongre kongreyeke serkeftî bû. Her çende min hez dikir nirxandineke hinek hûrtir û baştir bûya, lê belê eve nêrîna we ye û raya weye û ez jî rêz li raya we digrim, ez bawerim hemû heval jî rêz li raya we digrin.

Spasî bêpayan li wan hevalan dikim ku eve çend saleke pêkve me kar kiriye û pîrozbahiyê jî li wan hevalan dikim ku nû hatine serkirdayetî û careke din jî dûbare dikim, ku divê em hemû bizanîn partiyetî ne ji bo destkeft û îmtiyazatane partiyetî sedemeke ji bo xizmeta gel û niştiman, kesek ji wan hevalên ku xwe berbijêribûn û derneketin wiha hizr nekin eve dawiya dinyaye, me kongreyên din jî li pêşe bi bêyî wê yekê kongreyên din jî me li pêş dibe hemû cihê wan diyare, partî berfirehe û Kurdayetiyê de berfireh berdewam dibin li xizmeta xwe û bi heman rêz û teqdîrê ve pêwendî li gel wan dihête kirin bi bêyî berçavgirtina wê yekê ku kî hejmara dengê wî zêdeye û kî derketiye û kî derneketiye birastî eve rol û hurmeta wan diyar nake belku dîroka wan rola wan diyar dike.

Hêvîdarim xwedayê mezin piştevanê me bê û hûn birayên ezîz piştevanê me bin bo ku li xizmeta gel û niştiman de berdewam bîn û careke din jî ji hemû dilê xwe ve dibêjim min hêvî dixwest xwezî we îcazeya min bida, ji ber ku min gelek pêxweş bû, mirov rojek xatira xwe bixwaze ku xelk bibêje na neku li şûna wê bibêjin erê kengê tu diçî.

Bi herhal vê carê jî kongre biryarê da, hêvîdarim li paşarojê de li gel weyên birêz bikarîn destkeftên din li gel gelê me bi destbixîn malê Kurd rêkûpêktir û baştir bibe û berev asoyeke geştir biçin û bikarîn jiyaneke bextewer ji bo gelê xwe dabîn bikîn. Hûn jî kadîrên Partî, zarokên Barzanî serkeftî bin, hêvîdarim erkê wê berpirsiyariya li ser şanê weye herdem li bîra we bê û serkeftin ji bo gelê Kurdistane. Ez carekî din jî dibêjim gelek gelek xweşhalim ku dibînim xort çi kur çi keç li nav endamên kongreyê da yekcar zêde bûn, li dema guftugoyan da asteke bilind nîşandan eve hemû cihê xweşhaliye, li hilbijartin meseleya navçegerî têda nebû eve jî gelek cihê xweşhaliyê bû.

Birastî divê em ji bo wê biha û bingehan vegerîn ku Partî li 1946 li ser wê bingehê damezra ku Partî bo Kurd û Kurdistan damezra.

Careke din gelek spasiya we dikim û her serkeftî bin û bi bîra we jî tînim wekî wan kadîrê têkoşerê salên pencihên Partî bi pert û belav wesif kir, wiha jî hûn pert û belav bibin û bikevin nav hemû dêhat û bajaran û pêwendiyên kevin li gel cemawer nû bikin û ji cemawerê xwe dûr nekevin ji ber ku bingeha me cemawerê me xelkê Kurdistane.

Niha jî bi pêwîstî dizanim hinek ji hevalên me li endamên serkirdayetî û hinek hevalên din xelat bikim bi madalyaya Barzanî ku li demên berê min nekir bo ku nebêjin eve propagandaya hilbijartine û kes wê gileyiyê neke, ji ber ku hevalên serkirdayetî jî têkoşerin û gelek xebatan kirine û zehmetê kişandine û şayesteyê evene. Ji bo wê yekê wekî her endameke dinê vê Partî û li vê şoreşê da şayesteya ewene vê xelatê wergirin. Îro bi hinek ji wan dibexşîn û li derfetên paşarojê da bi hêviya xwedê bi hineke din dibexşîn û em hemû jî wekî hevin birayê hevin û careke din dibêjim ne berpirsiyaretî girînge ne derketin û derneketin girînge, belku birayetî û însîcam û yekêtiya rêzên me li hûndir û paşê li gel hemû hizbên din girînge û bi hêviya xwedê her berev serkeftinê dişîn û her bextewer û serkeftî dibîn û gelek spas.

Back to top button