Polîtîk

Goran zaniyariyan dide îstîxbarata Îranê

Rojanemya Rojname organa bizava Goran a bi serokatiya Newşêrwan Mistefa di rûpelê 3 a hijmara 565 de raporekê li ser budceya herêma Kurdistanê dinivîser û tê de diyar dike ku partiyên siyasiyên rojhilata Kurdistanê her meh budceyeke taybet ji hikûmeta herêma Kurdistanê werdigirin. Ango organa Goranê ji karbidestên Îranê re diyar dike vaye partiyên siyasiyên opozisyona rêjîma Îranê li herêma Kurdistanê hene û her meh jî budceya wan ji hikûmeta herêma kurdistanê tê.

Vê nûçeya rojnameya Rojname serêşiyeke gelek mezin ji hikûmeta herêma Kurdistanê re dirust kiriye.

Çavdêrên siyasî li ser vê teserifa organa Goranê dibêjin ku Newşêrwan Mistefa serokê Goranê divê careke din xwe li ser hisabê partiyêm siyasiyên rojhilata Kyrdistanê yên dijî Îranê xwe şêrîn bike û têkeliyên xwe bi îstîxbarat Îranê (Îtîlaat) re nû bike.  Çunkî her di kevên de Newşêrwan di nva YNK ê de weke zelamê îstîxbarat û Pazdarên Îranê dihat binav kirin û ev yek di gorata Celal Telabanî de ku, pêşkeşê konferensê YNK kit bû, pir bi eşeker dixuyê ku Newşêran Misteva têkeliyên xurt bi sopayê Padaran û Îtîlaatê re hebû.

Nûçeya rojnameya Rojname li ser budecya Kurdistanê
http://issuu.com/rozhnama/docs/rozhnama_565?viewMode=magazine
Malpera Baztab a îranî nûçeya ji rojnameya Rojname werdigire û  bi zimanê farsî di weşîne
http://baztabnew.mihanblog.com/post/484
Malpera Tabnak her eynî nûçeyê ji Rojnameye Rojname digire û bi zimanê farisî diweşîne
http://tabnak.ir/fa/pages/?cid=83434

Back to top button