Polîtîk

Goran û Komel alîkariya nehiştina Herêma Kurdistanê dikin

Çavdêrekî siyasî dibêje, çûna şandên hizbî bo Bexdayê ziyaneke mezin dighîne Herêma Kurdistanê, ku dijmin hewla perçekirina Kurdistanê didin.Meşxel Kewlosî Çavdêrê siyasî ji malpera KDP.info re ragihand: “Çûna şanda partiyên siyasî ji Kurdistanê bo Bexdayê qet ne di cihê xwe de bû û bi çûna xwe îtîrafê bi hebûna Herêma Kurdistanê û hikûmeta wê nakin, lê ew nikarin nûneratiya gelê Kurdistanê bikin û tenê li berjewendiyên partiyên xwe digerin û ev yek jî ziyaneke mezin dighîne berjewendiyên bilind ên Kurdistanê.”Kewlosî wiha got: “Gelê Kurdistanê ew şand erikdar nekiriye ku biçin Bexdayê û bi navê wan biaxivin, ji ber ku Kurdistan xwedî hikûmet û parlamento û dezgehên şeriî ye, ku hikûmet divê wî karî bike û li ser mafê gelê Kurdistanê gotûbêjan bike.”Wî pisporê siyasî wiha domand: “Pêwîst e Parlamentoya Kurdistanê li ser wê serdanê lêkolînê bike, ji ber ku dijmin hewl dide hebûna Herêma Kurdistanê nehêle û çûna wê şandê jî xizmeta wan hewlên dijminan dike.”

Back to top button