Polîtîk

Goran naxwaze PDK hikûmetê pêk bîne

Karîgerê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar eşkere kir ku Tevgera Goran daxwaz ji wan kiriye daku bi wan re bibin yek û nehêlin Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kabîneya nû ya hikûmetê pêk bîne.

Di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Şerq El Ewset a Erebî, Mela Bextiyar behsa hinek nehêniyan dike ku Tevgera Goran daxwaz ji wan kiriye bi hev re rêkeftinekê bikin û nehêlin PDK hikûmetê pêk bîne.

Di vê derbarê de Karîgerê Polîtburoya YNK’ê Mela Bextiyar got: ‘’YNK’ê daxwazeke Tevgera Goran red kir bo pêkanîna hevpeymaniyekê ligel aliyên mixalefetê daku bi hev re hikûmeta dahatû pêk bînin.’‘

Mela Bextiyar wiha dibêje: ‘’Di hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê de YNK’ê 19 kursî misoger kirine û di encamên dawî de em pêşbînî dikin ev hejmar bibe 2 kursî. Em ne li benda vê encamê bûn, lê belê giraniya YNK’ê wek xwe dimîne.’‘

Mela Bextiyar dide zanîn ku mercên Tevgera Goran giranbûn, danûstandina ligel wan nexweş e û axaftina xwe wiha bi dawî dike: ‘’Li gor rêkeftina stratejîk a navbera YNK û PDK’ê di hikûmeta dahatû de wê pişka me û PDK’ê wek hev be.’‘

Hêjayê gotinê ye piştî belavbûna vê hevpeyvînê, yekser Tevgera Goran ew axaftinên Mela Bextiyar red kirin û ragehand ku tu daxwazeke wiha ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê nekirine.

Back to top button