Civak

Goran hêzeke çekdarî ava dike

 Li gora nûçeyeka K24ê, jêderekî siyasî yê pilebilind îro li malpera “El-Xed Press” belav kiriye, Tevgera Goranê dest bi damezrandina hêzeke çekdarî bo parastina baregeh û navendên xwe yên li parêzgeha Silêmaniyê kiriye û ew hêz jî ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve piştevaniya logistic werdigire.Malpera Iraqî “El-Xed Press” bêyî ku navê wî jêderî aşkere bike nivîsiye, “Tevgera Goranê bi awayekî nehênî dest biçekirina hin kesan kiriye û navê wê hêzên “Paswanên Baregehan” lê kiriye, lê armanca sereke ya Goranê ne parastina baregehan e, lê dixwaze hêzekê ji 800 çekdarî li Silêmaniyê damezirîne.”Wî jêderî daye zanîn, ew hêz ji aliyê Îranê ve piştevaniya logistic werdigire û bi agahdariya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) tê damezrandin. Herçend e metirsiyên YNKê ji damezirandina wê hêzê hene, ku ji ber wê nakokiyên zêdetir dirust bibe.”Herwiha wî jêderî amaje bi wê daye, ew hêzê di qonaxa yekem de 800 kes dibin û jin jî di navê de hene, ligel berdewamiya piştevaniya Îranê hejmara wan zêde dibe, lê ew jêder red dike agahdariya wî derbarê baregeh, kelûpelên leşkerî û rahênana wê hêza Goranê de hebe.Belavbûna van zanyariyan li malpera “El-Xed Press” a Iraqî di demekê de ye, heta niha ti berpirsekî Tevgera Goranê, YNKê û dezgehên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê zanyarî derbarê wê hêzê de ranegihandine.
Back to top button