Polîtîk

Goran hewara xwe gihand Bexdayê

Serokê lîsta Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê yê li nav encûmena parêzgeha Silêmanîyê Dr. Şêrko Ebdullah di vê derbarê de ragihand, ku encûmena parêzgeha Silêmanîyê û bi taybetî herdu lîstên PDK û YNK gilî li wê beyanameyê kirin û naveroka beyanameyê ret kirin.

Serokê lîsta YNK ê li nav encûmena parêzgeha Silêmanîyê Şêrko Ebdullah weha jî got: Ew beyanameya han bê pirsîna wan hatiye nivîsandin û pêdivê ye, ku hinek birge û mijarên di nav ewê beyannameyê de bihên rakirin, çimku nerîn û hilwestê hemû lîstên nav encûmena parêzgeha Silêmanîyê li ber çav nagire û hemû nêrînan temsîl nake.

Şêrko Ebdullah weha jî da xuyakirin, ku di nav vê beyanmaeya han de hinek tiştên nerast û nedirist hene, çimku gerek çareserkirina arêşe û giriftan li navxweyê herêma Kurdistanê be û ji bo çareserkirina giriftan daxwaz ji hukûmeta Iraqê nehê kirin.
 
Şêrko Ebdullah weha jî da zanîn, ku serokê encûmena parêzgeha Silêmanîyê Kawe Ebdullah yek ji serkirdeyên bizava Gorran e û ji ber wê çendê ew bi tenê nikare bi navê encûmena parêzgehê ve beyanameyê derbixe.

Back to top button