PolîtîkRojev

Goran dixwaze hilbijartin di wextê xwe de çêbe !

Şandeke Serokatiya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê ligel berpirsên Tevgera Goran civiya, Rêkxerê Jûra Parlamentoyê yê li Tevgera Goran da xuyakirin ku, ew ligel wê yekê ne ku hilbijatinên Parlamentoya Kurdistanê di dema xwe de were kirin.

Rêkxerê Jûra Parlamentoyê yê li Tevgera Goran Kardo Mihemed ji rojnamevanan re got: “Ji aliyê yasayî ve Serokatiya Herêmê bi diyarkirina roja hilbijartinê ve pêwendîdar e. Tevgera Goran pêwîst dibîne ku hilbijartin di dema xwe de were kirin, lê belê yasa di xizmeta bihêzkirina parlamento û hilbijartineke pak û paqij de be. Em di wê baweriyê de ne ku divê yasaya hilbijartinan bi awayekî be ku kesên xwedî biryara siyasî werin nava parlamentoyê, da ku parlamento bihêz bibe.”

Li ser mijara destûrê, Kardo Mihemed got: Di civînê de ligel şanda serokatiya Herêma Kurdistanê tekezî li wê yekê hatiye kirin ku destûreke hevdem û demokrat ji bo Herêma Kurdistanê pêwîst e.

Îro 14ê Sibata 2022yan şandeke Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser mijara nivîsandina destûrê û hilbijartinên bê yên Parlamentoya Kurdistanê, li Hewlêrê serdana Tevgera Goranê kir.

Back to top button