Polîtîk

Geylanî: Agirbesta yakalî heta hetayê berdewam nabe

Serokê giştî yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Hamît Geylanî, got:
– Bêçalakî û agirbesta yekaliyane dê mehek, du meh an jî 3 mehan dom bike lê dê dawiyê de bidawî be.
Şaredarên BDPê, îro bi armanca hilsengandina operasyonên leşkerî yên vê dawiyê û êrîşên polîsan yên bo ser çalakiyên guhlênedanê û konên aştiyê, civîneke awarte saz kir.

Civîna li Diyarbekirê bi beşdariya 99 şaredarên BDPyî bi rê ve çû.

Serokê giştî yê BDPê Hamît Geylanî di axaftina xwe de da xuyakirin ku di nava vê hefteyê borî de sedan kes ji ber xwepêşandanên girseyî hatin binçavkirin û dehan kes jî hatin girtin.

Geylanî got:
– Di pêvajoya şerê 30 salên dawîn de gelek caran bi awayekî yekaliyane agirbest hate ragihandin. Lê tu bersiveke erênî nehat dayîn. Agirbesta yekaliyane dê mehek, du meh an jî sê mehan dom bike lê dê di dawiyê de bidawî be. Abirbesta yekaliyane heta hetayê dom nake.
Geylanî bi bîr xist ku di encama operasyona duhî ya artêşa Tirkiyeyê ya li Dêrsîmê de 7 gerîllayên PKKê canê xwe ji dest da û ji serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re got:
–  Dest ji pêşkêşkirina pêşniyarên aştî û projeyên bo welatên cîran berde. Ewilî di nav welatê xwe de aştiyê pêk bîne.

 

Back to top button