CivakRojev

Germtirîn pîrozbahî li hemû xwişk û birayên Mesîhî dikim

Serok Barzanî bi minasebeta sala nû ya zayînî û Cejna Jidayikbûna Hezretî Mesîh, peyameke pîrozbahiyê arasteyî tevahiya Kirîstiyanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir û tekezî li kûrkirina ferhenga pêkvejiyan û biratiya di navbera tevahiya pêkhateyên Kurdistanê de kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Bi boneya sere sala nû ya zayînê û Cejna ji dayikbûna Hezretî Mehîs (silavên Xwedê lê be) germtirîn pîrozbahî li hemû xwişk û birayên Mesîhî yên li Herêma Kurdistan, Iraq û tevahiya cîhanê dikim û hêviya şadî û bexteweriyê ji wan re dixwazim.”

Di peyama Serok Barzanî de hat jî: “Di vê boneyê de, tekeziyê li kûrkirina ferhenga pêkvejiyan û biratiya di navbera tevahiya pêkhateyên Kurdistanê de dikim û hêvî dikim ku xwişk û birayên me yên Kirîstiyanî hemû cejn û bone û xweşiyên xwe di aramî û aştiyê de bikin. Hêvîdar im ev bone bibe sedema destpêka bidawîhatina nexweşî, êş û stemkariyê li hemû cîhanê û aştî, aramî û hevduqebûlkirin li şûna wan bigire.”

Back to top button