Civak

Gerila ji çiya tê xwar

 

Piştî hevdîtinên MIT û Ocalan nexşeyê li hevhatinê û karê ku bête kirin û herweha di kijan demî de dê çi bê kirin eşkere bû.

Li gora rojnama Sabah a Tirkî radigihîne, Hukumet bi hemû awayî ji bo pêvajo serbikeve xwe amade kiriye.

Dê pêvajoyê de çi bête kirin:

Devjêberdana çekan: Armanc ji vê nexşeyê û pêvajoyê ewe ku bi temamî ji dev çekan bête berdan.Armanca dawî devjêberdana çekane.

Hevdîtin li gel Qandîl: Di pêvajoyê de, wê mişteşarê ewlehiyê yê taybet dê bikaribe herê Qendîl û hevdîtina bike. (Ev mişteşarî ji bo vê pêvajoyê taybet hatiye damezirandin) Di nava pêvajoyê de dê komiteyek ji bo çavderiya pêvajoyê jî bê pêkanîn.Dê endamên vê komiteyê jî bikaribin li gel Ocalan hevdîtinan bike.

Rewşa Îmralî: Di pêvajoya devjêberdana çekan de, rewşa Îmralî jî tê guhertin û hevdîtinên li gel Ocalan hesanî dibe vêca dê rojane HDP û yên pêwist bikaribin Ocalan bibînin.Ji hir pêve wê ji aliyê dewletê ve keseyaten pispor jî bikaribin hevdîtinan Ocalan re bikin. Navê van kesan ji aliyê Misteşariya taybet ya ewlehiyê ve dê bêne kifş kirin.

Nivîsgeha Ocalan: Pirsa ku Nivîsgehekî (Ofîs) ji Ocalan re li Îmralî vekin û kesên nezikî Ocalan li wê ofîsê kar bikin jî di rojevê deye.

Vegera Gerilan: “Vegera jiyanê, malê û siyasetê“ jî tê nirxandin.Ev yek li gora hesasiyeta di civakê de jî heyî tê amadekirin.Dê rehabilitasyon bête kirin ji bo normalîzekirina wan kesan jî xebat tê kirin. Kesên ji PKKê veqetiyan û li bajarên wek Hewlêr, Silêmaniyê û Duhok dimînin jî wê bikaribin vegerin. Hinek berpirsên PKKê ku di bultena sor de ne dê yan li Hewlêr jiyana xwe berdewam bikin yan jî herin welatek yê Ewropayê.

Ofisên sinor: Ji bo hatinê di warê teknikî de jî hesanîtir bikin, dê li sinoran ofîsen taybet bêne danîn.Armanc ji vê yekê ewe ku, karên kesên ji çiya werin xwar hesan bike.

 

Ewropa: Ji bo hinek hevdîtin li gel rêxistina PKK a Ewropa bêne kirin dê heyetek ya dewletê van rojan herê Brukselê. Dê nirxandina pêvajoyê bête kirin.Heta dawiya salê, ji Almanya, Belçika, Fransa û hinek ji welatên din yên Ewropa wê 600 endamên rêxistinê vegerin Tirkiye.

Back to top button