Civak

Gerek ev xwepêşandan li dijê kiryarên Bexdayê bûya

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê derbarê xwepêşandanan de ragihand, ku ev rewş dafik û xefikekî metirsîdar e û şîrazeya siyasî û civakî ya Herêma Kurdistanê dike armanc. Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ji ber vê rewşê berê tîran da Bexdayê û ji hemwelatiyan jî xwest, ku vê qonaxa hestiyar li ber çav bigrin.Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê derbarê xwepêşandanên li Silêmanî, Helebce û navçeyên din de daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Xwepêşandanên bi şaristanî û aştiyane mafê hemwelatiyan e lê ya tê dîtin dûrketine ji têgîna xwepêşandanê. Lewma em ji hemwelatiyên xoştivî daxwaz dikin rê nedin daxwazên wan ên rewa nekeve bin xizmeta planên siyasî yên bi guman ên navxwe û herêmî.”Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, ku pêwîst e gel bi yekhelwestî vê qonaxê derbas bike û wiha hate gotin: “Divêya ev xwepêşandanên niha li ser dijîtiya wê siyaseta ne rewa ya desthilata Bexdayê be, ku piştî bûyerên 16ê Cotmehê siyaseta dorpêç û birsîkirina hemwelatiyên herêmê dimeşîne.”Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê bi bîrxist, ku desthiladarên Bexdayê xwe ji danûstandinên li gel Herêma Kurdistanê dûr digrin û di heman demê de dorpêça aborî, siyasî û gefa leşkerî ya li ser Herêma Kurdistanê jî berdewam e û ragihand: “Ew li hêviya têkçûna rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê ne. Lewma ev rewş dafik û xefikekî metirsîdar e û şîrazeya siyasî û civakî ya Herêma Kurdistanê dike armanc.”Herwiha Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ji hemwelatiyanx west, ku vê qonaxa hestiyar li ber çav bigrin û rê nedin hinek alî di bin siya daxwazên wan de êrîşê sazî û dezgehan, herwiha cihên giştî bikin.Di dawiya daxuyaniyê de Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ji hêzên ewlekariyê jî xwest, ku bi awayeke berpirsiyarî tevbigerin û jiyana hemwelatiyan, milkên giştî û ewlekariya Kurdistanê biparêzin.

Back to top button