Nivîsar

Ger ez bakur bûm, ez ê dengê xwe bidim HAK-PAR

PKK/HDPê kurd asîmîle kiriye û ne tenê hesta netewî ya kurd qels kiriye, bi giştî li Bakurê Kurdistanê hesta neteweyî jî dikuje…

Nasrat Hacî



Ger ez bakurî bûm û mafê min ê dengdanê hebûya, çima ezê dengê xwe bidim HAK-PARê?

“Em gelek caran HAK-PARê rexne dikin û dixwazin ew behtir li ser xetek netewî siyasetê bikin. Rexneyên me ne ji bo eşandina HAK-PARê ye, ji bo pêşketina wan e. Rastî dema li Diyarbekirê ez Otubûsa HAK-PARê dibînim û stranên niştimanî bi dengê bilind seh dikim ev yek di aliyê hisî de bandorê li min dike. Ji bo wê jî vekirî ezê dengê xwe bidim Ala Kurdistanê û van stranên niştimanî ku dihêle hêstir ji çavên min bibarin..” Ev gotinên welatiyekî Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê ne.


HAK-PAR dê wek partiyeke Kurdistanî beşdarî hilbijartinan bibe. Yekem partiya Kurdî ye ku di propagandaya hilbijartinan de eşkere û zelal behsa mafên gelê Kurd dike. Li Bakurê Kurdistanê mafên netewî yên gelê Kurd diparêze. Hak-Par di kampanya xwe ya hilbijartinên Bakurê Kurdistanê de daxwaz dike ku pêkhateyeke siyasî ya federal û Tirkiye bibe komara federal.

HAK-PAR dixwaze zimanê kurdî li Bakurê Kurdistanê bibe zimanê perwerdeyê û bibe zimanê fermî. Bi kurtî mirov dikare bibêje ku projeya vê partiyê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd li Tirkiyê heye û mafên gelê kurd li Bakurê Kurdistanê di projeya xwe ya hilbijartinê ya vê qonaxê de cih girtiye.

Mixabin li ser vê partiya kurdî û bername û projeya wê ya netewî pir kêm hat gotin. Sedema sereke jî ew e ku PKK/HDPê kurd asîmîle kiriye û ne tenê hesta netewî ya kurd qels kiriye, bi giştî li Bakurê Kurdistanê hesta neteweyî jî dikuje. Di van salên dawîn de ev gotin li Bakurê Kurdistanê wek Kurdistan, Bakur hatin qedexekirin. Vê yekê dikin ji ber ku ew siyasetek çep û Kemalist rêvedibin.

Li Tirkiyê miletekî kurd heye, li Tirkiyê beşeke Kurdistanê heye. Li Tirkiyeyê li ser navê gelê Kurd gelek pirsgirêk hene û gelê Kurd ji hemû mafên xwe yên bingehîn bêpar e. Kesê ku wisa hîs dike û xwe xwediyê doza Kurdistanê dibîne, divê dengê xwe bide HAK-PARê. Divê hezkiriyên kurd, partiyên kurd û Kurdistanê û hemû kurd dengê xwe bidin HAK-PAR. Bi vî awayî li Bakurê Kurdistanê hesta netewî û tevgera netewî pêş dikeve, ev jî ji bo paşeroja pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê gelekî girîng e.

Back to top button