Cîhan

General hatin girtin

Li Tirkiye piştî hewldana darbeya leşkerî, rewş hêdî hêdî berbi normalbûnê ve diçe. Generalên ku di nava darbeyê de cîh girtîn têne darizandin.Ji aliyek din gelek general û kesên dadwer yên hatin binçav kirin û girtî ji herêmên Kurdistanê kar dikiran. Ji Diyarbekir, Sêrt, Şirnex, Hakarî , Batman û ji deverêndin yên Kurdistanê piraniya berpirsên pile yek yên leşkerî niha di bin îavdene û di nava hewldanê de bûn.Heta niha di dadgehan de 26 general hatine girtin.Bi sedan dadwer ji kar hatine dûrxistin û hinek jî hatine girtin.Bi hezaran karmend ji wezereta navxwe hatine dûr xistin û di derbarê wan de lêpirsîn têkirin.Nêzikî 7 hezar polis ji kar hatine dûrxistin.Heta radeyekî hinek dezgehên dewletê de valahî peyda bûye.Roja 20.7.2016ê civîna konseya ewlehiya Tirkiye tê kirin. Di vê civînê de gora ku Erdogan dayî xûyakirin hinek biryarên girîng têne standin.Ji roja 15ê mehê heta niha xelk her evar xwepêşandana li dijê darbeyê dikin. 

Back to top button