Nivîsar

Gelo wê CHP karibe derdê Kurdan derman bike?

Bêguman dengdêrên Kurd di van hilbijartinan de wê rolek sereke bilîzin. Gelo wê CHP bvandorek çawa li Kurdan û li pirsa Kurd bike? Ev pirs di serê kelek kesan de diçin û tên. Piştî ku namzedê Serokkomarî yê Tifaqa Millî û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu vîdeoyek bi navê “Kurd” belav kir û Partîya Çep a Kesk (YSP) jî piştgirî da Kiliçdaroglu, Kiliçdaroglu ji alîyê hilbijêrên Kurd ve ji nêz ve tê şopandin û li Bakurê Kurdistanê dilxwazîyek ji Kiliçdaroglu û partîya wî CHP re çêbûye.. Mijarên wek bûyerên xendekan yên sala 2015an, tayînkirina qeyûman li şaredarîyan, girtina siyasetmedarên HDP hê jî di bîra Kurdan de ye. Dema aborî xirab dibe, bertekên li hember hikûmetê jî zêde dikin, lê tê dîtin ku polîtîkayên ewlekarî yên li ser pirsa Kurd, hema bêje dawîyê li kredîya ku hilbijêrên Kurd 21 sal berê dabûn AKP tîne.

CHP li Bakurê Kurdistanê partîyek têkçûyî bû û ji Kurdistanê zêde wekîl dernedixistin. Piştî ku navbera xwe û Kurdan nerm kir û behsa hebûna pirsa Kurd kir, hêvîyek jê re çêbû ku li Kurdistanê namzedên xwe deyne û bi dengê Kurdan wekîlan bişîne parlamentoyê.

Di vê derbarê de Parêzer, Kevneserokê Baroya Amedê û wekîlê CHP Sezgîn Tanrikulu mikur tê ku piştî 30 salan cara yekem e ku CHP li Amedê wekîlekî tayîn dike. Tanrikulu diyar dike ku piştî hilbijartinê wê beşên civakê li meclîsê bin û tabloya ku di bin serokatîya CHP de bê avakirin wê li meclîsê rêbaz bingeha çareserîyê diyar bike.

Tanrikulu, diyar dike ku ji bo pirsa Kurd çar mijarên sereke hene û dibêje:“Pirsa Kurd çar mijarên xwe yên sereke hene. Yek ji wan mijara beşdarbûna siyasî ye. Beşdarîya siyasî lingên xwe yên herêmî û neteweyî hene. Yanî gelê herêmê naxwaze kesên ku hilbijartiye ji wezîfeyê bên dûrxistin. Ji ber vê yekê qeymeqam namîne. Kî li herêmê bê hilbijartin wê desthilatdarîyê bike. Partîyên netewî nayên girtin û parêzbendî nayên rakirin. Siyaseta demokratîk wê di bin garantîya qanûnê de be. Ya sêyemîn jî Pirsgirêka zimanê zikmakî ye. Ev pirsek hevpar a hemû Kurdan e, ev pirsgirêk wê li ser masê be, ev pirsgirêk wê gav bi gav bi lihevhatinekê çareser bibe. Çarem, em ê bi Kurdên ku li derveyî sînorên Komara Tirkiyê dijîn re têkilîyên dostane ava bikin”.

Sezgîn Tanrikulu yek ji kadir û wekîlên CHP ye, Kurd e û ji Amedê ye. Xalên ku tîne ser zimên xalên maqûl û aqilselîm in. Lê gelo ewê karibin di derbarê çareserkirina van xalan de pênc partîyên ku şirîkên tifaqa wê ne (ku piranîya wan netewperest û ji Kurdan hez nakin) qayîl bikin kes nizane. Bêguman ev yek jî girêdayî hêz û hejmara wekîlên wan û yên Partîya Kesk a Çep e. Heger ev alî di meclîsê de giranîyekê bi dest bixin, îhtîmala daxwaz û xalên ku Tanrikulu tîne zimên pêk bên heye. Û bêguman wê ev yek pir li xêra Kurdan û di berjewendîyên wan de be.

Nûçe / analîz

Back to top button