Nivîsar

Gelo Rêbaza Barzanî Tê Çi Wate Ye? 

Gelo Rêbaza Barzanî Tê Çi Wate Ye?  Rêbaza Barzanî Kî Dişopîne û Kî Naşopîne?

 

Îbrahîm GUÇLU

([email protected])

 

Gelek kes û rêxistin ji “Rêbaza Barzanî” qal dike û dibêjin ku em  Rêbaza Barzanî diparêzin û dimeşînin. Lê qasî ez lêkolîn û çavderî dikim û dişopînim, di vê mijara girîng û dîrokî de tevliheviyek heye. Her kes û rêxistinek gor meşreba  û pîvanên xwe Rêbaza Barzanî şirove dikin. İstîsmar dikin.Gelek dem jî ev şirove û îstîsmaran, Rêbaza Barzanî şêlû dikin.

Loma divê  em ji nêzik ve ji Rêbaza Barzanî mêze bikin û terîf bikin, dê baş bibe.

Dema ku em ji nêzik de li “Rebaza Barzanî” mêze bikin, em tespît dikin ku Rêbaza Barzanî  ji ber xwe ve çênebûye. Ev rêbaza encama tevgereke civakî û milî çê bûye. Loma dema ku ji Tevgera Barzaniyan û Rêbaza Barazanî bahs dikin, em ji tevgereke dîrokî, civakî, milî, olî qal dikin.

Tevgera Barzaniyan, li ser bingeheke xurt û malbeteke dîrokî ava bûye. Ew di nav pêvajoyeke dirêj de û di sedsal de çêbûye. Di vê qonaxê de jî didomîne.

Loma Barzaniyan, di tevgera Miletê Kurd de bes xwediyê giraniyek nînin, di hemandem de di tevgera miletê Kurd de xwediyê rê û rêbazekê ne. Şêx Abdulselam jî di serokatiya Barzaniyan de xwediyê taybetiyekê ye. Barzaniyan, bir serokatî û rêberiya Şêx Abdûlselam Barzanî, bûn xwediyê rê û rêbezek milî. Gel ji wî gelek bawer dikir. Lewra wî ji gel gelek hez dikir, ji maf û hiqûqa gel re rêzdar bû.

Wek tê zanîn ku piştî ku Şêx Abdûlselam Barzanî hat îdam kirin jî, ew rê û rêbaza milî ya Kurdistanê ji aliyê birayên wî Şêx Ehmed Barzanî û Serok Mele Mistefa Barzanî; lawên wî Mele Mistefa Barzanî Îdrîs Barzanî û Mesûd Barzanî ve hat domandin.

 

DIVÊ TEVGERA BARZANİYAN Û RÊBAZA BARZANÎ(YAN) BÊ TERÎF KIRIN Û NAS KIRIN. LOMA JÎ DIVÊ MALBATA BARZANIYAN BÊ NAS KIRIN…

Ji bona ku Tevgera Barzaniyan û Rêbaza Barzaniyan bê terîf kirin, nas kirin, pêşi divê em bizanin ku li pişt vê tevgerê malbateke çewa heye?

Taybetiyên malbetê çi ne?

Barzan, aşîretek e. Barzaniyan jî, serok eşîrên eşîretê ne. Eşîreta Barzan, navê xwe ji navenda eşîretê gûndê Barzan digre. Şêxên eşîreta Barzan jî, Şêx Abdûlselam Barzanî û kalikên wî ne.

Gor agahdariya Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî: Mezinê eşîretê yê yekem Mesûdê mezin  e. Diyar e ku Serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê bi ev kalkê xwe hatiye bi nav kirin.

Bingeha Şêxên Barzan jî, ji mîrên Amidiyê tên.

Dema Şêx Taceddîn dibe serokê eşîretê. Ew di hemandem de alimekû pêşengekî olî yê mezin e. Loma li derûdora wî gelek bawermend dicivin.  Encama ev civandina bawermendan Dergeha Barzan ava dike û dibe şêxê Dergeha Berzan. Di wê qonaxê de jî şêxitiya Barzanan dest pê dike.

Piştî ku Şêx Abdûlselam Barzaniyê mezin dibe serokê dergehê, wê demê biryar tê girtin ku Medreseya Barzan ava bibe. Bi avabûna Medreseya Barzan, Şêxên Barzan, bes bi şêxitiya xwe ne, bi îlmên xwe jî dibin xwediyê giraniyekê.

Mevlana Xalid dema ku Dergehên Naqşîbendî ziyaret dike, ziyareta Dergeha Barzan jî ziyaret dike. Mewlana Xalîd, di wê ziyareta xwe de Şêx Abdûlselam Barzanî dike xelifeyê xwe. Xelifetî ji, qedir û qiymeta Şêx Abdûlselam û Dergeha Barzan xûrttir dike.

Şêx Abdûlselam Barzaniyê mezin di sala 1872-an de diçe ser dilovaniya xwe. Pişt re ji Şêx Muhammed, bavê Şêx Abdûlselamê Biçûk dibe şéxê Dergeha Barzan û berpirsiyarê Medreseya Barzan. Dostaniya wî ya mazlûman û feqîran, dibe sedem ku serok eşîr giliyê wî ji Dewleta Osmanî re bikin. Dewleta Osmanî jî, wî sirgunê bajarê Bedlîsê dikin. Ew li wir salekê hepis dimîne. Ew piştî ku vedigere Herêma Barzan, di sala 1903-an de diçe ser dilovaniya xwe.

Şêx Mûhammed xwediyê 4 lawan bûye. Ew lawên wî: Şêx Abdûlselam, Şêx Ehmed, Mûhammed Sıddık, Babao, Mele Mistefa ne.

Piştî Şêx Mûhammed lawê wî yê mezin Şêx Abdûlsalem Barzanî, dibe serokê eşîretê,  Dergeha Barzan û Medreseya Barzan. Hemû eşîretên derûdora Herêma Barzan, ji Şêx Abdûlselam Barzanî re rêz digrin.

Piştî Şêx Abdûlselam Barzanî jî, ji Şêx Ehmed, Serok Mele Mistefa Barzanî, Îdrîs Barzanî, Mesûd Barzanî re rêz hat girtin.

Hîç şik tune ye ku Barzaniyan li Kurtdistanê her demê malbateke bi navûdeng e. Xwediyê giraniyek civakî û olî ne.

Tevgera Barzanî tevgereke civakî û olî bû. Lê pişt re bi her rengî û bi giranî bû tevgereke siyasî û milî.

 

GELO TEVGERAN BARZANIYAN ÇEWA BÛ TEVGEREKE MILÎ Û MEZİN? Û TAYBETIYÊN RÊBAZA BARZANIYAN…

Tevgera Barzaniyan, di destpêka sedsala 20an de bi serhildana Şêx Abdûlselam qerektere nû qezenç dike. Lewra serhildana Şêx Abdûlselamji bona mafên neteweya kurd û azadiya Kurdistanê bû. Desthilatdariya kurdan li Kurdistanê daxwaz dikir.

Li Kurdistanê ji bona reformeke milî û civakî bernameyek pêşkêşî Împeratoriya Osmanî hat kirin. Hanedana Osmaniyan jî di destpêkê de daxwazên Şêx Abdûlselam Barzanî pejirand. Hezar mixabin pişt re vegeriya polîtîka xwe ya kolonyalîst. Şêx Abdûlselam dîl girt û bi awayekî nehiqûqî darizand û bi îdamê ciza kir.

Îdam û qetilkirina Şêx Abdûlselam li ser malbetê, eşîretê, bi taybetî jî li ser zaroktiya Serok Melel Mistefa Barzanî bandoreke him negatîf û him jî pozîtîf kir. Malbat ji aliyekî de gelek xemgîn bû. Lê ji aliyê din de jî polîtîza ya milî bûn. Malbat û berpirsiyarên malbata B<zraziyan, biryar dan ku ji mirada Şêx Abdûlselam re xwedî derkevin.

Mîrada Şêx Abdûlselm Barzanî jî,, azadîbûn û rizgarîbûna Kurdistanê bû. Li Kurdistanê desthilatdariya kurdan bi xwe bû.

Loma jî piştî Şêx Abdûlselam Barzanî jî, Barzaniyan him xweser ji serhildanê milî re serokatî û pêşengî kirin; him jî ji serhildanê milî yên li Kurdistanê re piştgirî kirin.

Wek tê zanîn piştî Peyama Lozanê, Kurdistan bû çar parçe û ket bin deesthilatdariya çar dewletên milî; dewleta Tirk, du dewletên ereb, dewleta Faris.

Di statuya nû de hemû mafên miletê kurd hatin xesip kirin, welatê wan hat îşgal kirin. Kurd, wek Milet pejirandin û hat înkar kirin. Loma jî miletê kurd jî, li sê parçeyêrn Kurdistanê serhildanên milî li darxistin. Li Bakûrê Kurdistanê piştî sala 1919an heta 1938an serhildanên milî hene: Serhildana Milî ya Koçgîrî (1919), Serhildana milî ya sala 1925an, Serhildana Agriyê (1932), berxwedana Dersîmê. Li Rojhelata Kurdistanê Serhildana Axa Simko. Li Başûrê Kurdistanê Serhildana Şêx Mehmûd Berzencî û îlankırina Melîkiya Kurdistanê û serhildanan Barzaniyan hene..

Barzaniyan bi van serhildanan re xwediyê pêwemndiyan bûn û piştgiriya wan serîhildanan kirin.

Wan bi xwe beriya sala 1945an li Başûrê Kurdistanê ji serhildana milî re serokatî kirin. Serhildan piştî ku şikest xwar, Serok Mele Mistefa Barzanî çû Rojhelata Kurdistanê.

Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî raste rast beşdarî avabûna Komara Kurdistanê ya Mehabadê bûn. Serok Mele Mistefa di bin serokkatiya Pêşewa Qazî Mihemed bû: wezîrê Berevanî û sewrokleşker.

Rêbaza Barzanî li Komara Kurdistanê ya Mehebadê formeke zelal ya milî qezenç kir.

Li wir gelek bi zelalî diyar bû ku Rêbaza Barzanî Dewleta Kurdistanê diparêze. Desthilatdariya miletê kurd girîng û mitlaq diparêzê.

Di ceribandin û piştgiriya serhildanên milî yên Kurdistanê û Komara Kurdistanê ya Mehabadê di heman dem de pîvanek û taybetiyek din ya Rêbaza Barzanî derket holê. Ew taybetî jî, ji îradeya parçeyên Kurdistanê yê milî û siyasî re rêzgirtin û piştgirî bû.

Dema ku Pêşawa Qazî Mihemed mîna Serokomarê  Komara Kurdistanê ya Mehabadê, biryar da  ku li hemberî dewleta kolonyalîst ya Îranê şer neke û neteweya kurd ji qetlîamê biparêze, Serok Melle Mistefa Barzanî û 500 hevalên wî di şertên gelek zehmet, bi sê dewletan re bi şer derbasî Yekîtiya Sovyetan bû.

Mele Mistefa Barzanî wek serokê Tevhera Barzaniyan li wir jî xebata xwe ya milî di çarçeweya dîplomasî de meşand. Encama xebata Serok Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî derket holê ku Tevgera Barzanî di heman dem de tevgereke di dîplomasiya navneteweyî de jî jir e.

Di sala 1946an de Partiya Demokrat ya Kurdistanbê Iraqê ava bû. Vê yekê jî ji Tevgera Barzaniyan re çarçeweke modern ya rêxistinî û particitî da qezenç kirin.

Di heman dem de qarektereke din ya Rêbaza Barzanî derket holê, ku ew jî, demokrasî bû.

Tevger û Rêbaza Barzanî diyar kir ku navneteweyî ye.

Dema li Iraqê Abdûlkerîm Qasim darbeya leşkerî kir û desthilatdariya siyasî girtte destê xwe, ji bona ku bikare Iraqê birêve bibe, mecbûr bû ku gaziyê Serok Melle Mistefa Barzanî bike. Serok Barzanî jî ji bona berjewendiya neteweya kurd biryar da ku vegere Kurdistanê û Iraqê. Li wir jî Rêbaza barzanî nîşan da ku di siyasetê de xwediyê manewraya mezin e.

Piştî ku vegeriya Iraq û Kurdistanê, serokbûna wî him ji aliyê Kurdan û him jî ji aliyê ereban de tescîl bû.

Rêbaza Barzanî li vir jî nîşan da ku dê Iraqê û Kurdistanê çewa birêve bibin. Loma jî Makezagoneke nû pejirandin. Di makezagonê de hat pejirandin ku Iraq ji du miletan ava bûye; du ziman, zimanê kurdî û zimanê erebî zimanên fermî û perwerdeyî ne. Kurd û ereb dê li welatê xwe desthilatdar bin.

Lê piştî demekê desthilatdariya siyasî ji makezagona nû re xwedî derneket û makezagon bi pê kir.

Wê demê jî Serok Mele Mistefa Barzanî biryar da ku Şoreşe milî ya Kurdistanê dest pê bike. Di îlona 1961an de jî dest bi Şoreşa Milî kir.

Bi Şoreşa Milî ya Îlonê ve jî qerektera Rêbaza Barzanî ya dûrdîtin û xwediî wîzyon; şoreşgerî  derket holê.

Şoreşa Milî ya Îlonê serkeftî bû. Kurd, li Kurdistanê di statuya otonomiyê de desthilatdar bûn. Ji bona kurdên Başûrê Kurdistanê pêvajoyeke nû, pêvajoya rêvebiriya welêt dest pê kir.

Bi Otonomiya Kurdistanê, Rêbaza Barzanî dewlementir bû naverokeke nû qezenç kir. Bi vê yekê jî derket holê ku Rêbaza Barzanî bes partiyek û şoreşeke milî rêvebirin nîn e, welat û Kurdistan jî rêvebirin û îdare kirine.

Rêbaza Barzanî bi encama Şoreşa Milî ya Kurdistanê, diyar kir ku pirsa Kurdistanê zora dewleta kolonyalîst dikare bibe. Rêbaza Barzanî serkeftî bû.

Rêbaza Barzanî dema ku welat kete xeteriyê wê demê jî welatparastin emir kir. Loma di sala 1975an de dema Otonomiya Kurdistanê û desthilatdariya Kurdistaniyan ket bin êrîşa Dewleta Iraqê û Rejîma Faşîst ya Seddam, welat hat parastin.

Hezar mixabin, ji bona ku bi xiyaneteke mezin ya navneteweyî;, xiyaneta dewleta Îranê û Emerîkayê ve rû be rû bû, ji bona berjewendiya neteweya kurd, ji bona ku neteweya kurd ji xeteriya jenosîdê xelas bibe, şer da rawesrtandin û  paşve gav hat avêtin.

Lê dema ku şert pê hatin, di Gulana 1975an de dest bi Şoreşa Milî ya Gulanê hat kirin. Şoreşa Milî ya Gulanê, bi dewleta federe encam girt.

Rêbaza Barzanî di 25ê îlona 2017an de jî bi referandûmna serxwebûna Kurdistanê hat xemilandin. Wê rojê, Kurdistaniyan biryara Dewleta Kurdistanê dan. Şoreşe Milî ya Siyasî qewimî. Ji Rojhelata Navîn re bû model û pêşengiya demokrasiyê .

Dema ku Kerkuk hat îşgal kirin, dewletên kolonyalîst xwestin ku tevayî Kurdistanê îşgal bikin û Dewleta Federe ya Kurdistanê ji holê rakin. Wê demê jî Rêbaza Barzanî  li Pirdê, Shêlê, Mûradiyeyê, li gelek deverên din welat parast, dewleta federe ya Kurdistanê li ser piyan da rawestandin.

Rêbaza Barzanî di sala 2018an de jî him li Iraqê û him jî li Kurdistanê di hilbijartinên giştî de serkeftî bû. Partiya ku Rêbaza Barzanî dimeşîne bû yekemîn.

 

KÎ Û ÇEWA VÊ RÊBAZÊ DIMEŞÎNE? KÎ NAMEŞÎNE?

Serok Mesûd Barzanî him çêker û him jî temsîlkarê Rêbaza Barzanî ye. Ji bona ku Rêbaza Barzanî pêk bê bi her awayî xebateke hêja dimeşîne. Ez dikarim bibêjim ku Piştî Şoreşa Milî ya Gulanê ji bona ku Rêbaza Barzanî di jiyanê de cî bigre û naveroka wê dewlemen bibe xebat kir.

Di avakirina Dewleta Federe ya Kurdistanê  û Şoreşa Milî ya Siyasî yanî ji referandûma serxwebûna Kurdistanê re pêşengî kir.

Wî, Rêbaza Barzanî reformê kir.

Hevalên Serok Mesûd Barzanî, partiya wan PDKê Rêbaza Barzanî ji bona ku di jiyanê cî bigre, bi dilsozî kar dikin.

Dezgehên bi PDKê re girêdayî ji bona Rêbaza Barzanî xebat dikin.

Ji derveyî Başurê Kurdistanê kes, rêxistin, dezgeh hene ku bi dislozî bi Rêbaza Barzanî re girêdane û ji bona ku Rêbaza Barzanî bikeve jiyanê, tevgera milî gor Rêbaza Barzanî bê meşiandin, xebat dikin.

Lê li Kurdistanê kes û dezgeh û rêxistin hene ku Rêbaza Barzanî bi gotin diparêzin, lê di rastiyê de eleqe wan bi Rêbaza Barzanî re tune ye.

Yanî li aliyekî kes û rêxistinên Rêbaza Barzanî dişparêzin hene, li aliyê din de jî kes û rêxistinên derewçî û sextekarên Rêbaza Barzanî hene.

Heger kesek û rêxistinek, bi dijminên Malbata Barzanî û Serok Mele Mistefa Barzanî û Serok Mesûd Barzanî re di nav danûstandin û pêwendiyê de bin, nikarin Rêbaza Barzanî biparêzin.

Hezar mixabin li Kurdistanê gelek kes û rêxistinên di vê pozîsyonê de hene. Dijminên Tevger û Rêbaza Barzanî PKKê re di nav danûstandinan de ne.

Ew kes û rêxistinên serxwebûna Kurdistanê napêrezin, nikarin Rêbaza Barzanî  biparêzin.

Ew kes û rêxistinên di jiyana xwe de ji Kurdistanê û neteweya kurd dûr bin û hez nekin, nikarin Rêbaza Barzanî biparêzin.

Ew kes û rêxistinên nêzikî dewletan  ne, partiyên dewletê de CHPê û AK Partiyê de bibin namzet û bernamzetên parlamenterî, serokşeradarî tu dem nikarin Rêbaza Barzanî bimeşînin.

Amed, 02. 11. 2018

 

Back to top button