Nivîsar

Gelo “Pilingê Ji Qertonê (Emperyalîzm)” muqtedîrî her tiştekî ye

 Îbrahîm GUÇLU([email protected]) Di derhaqê Emperyalîzmê û Emerîkayê de du nêrînên şaş hene. NÊRÎNA ŞAŞ YA YEKEMÎN: ÊMPERYALÎZM Û EMERÎKA PIRR BIÇÛK DÎTIN…Di dema tevger û têkoşîna serxwebûnxwaz ya neteweyên bindest, kolonî, nîv-kolonî,  bi kolonyalîzmê re girêdan; sosyalîstan û nasyonalîstên serxwebûnxwaz di derbarê emperayalîzmê de gelek terîf dikirin.Ew dema, di hemandem de dema Şerê Sar bû.Gorî bawerî û teoriya nasyonalîstan, welatparêzan, sosyalîstan, çend terîfên emperyalîzmê hebûn.Gorî terîfekê emperyalîzm, “pilingê ji qertonê” bû.  Ev terîfa ji aliyê Serokê Çinê yê Milî Mao Çe Dung de hatibû kirin. Ji aliyê sosyalîstên welatên seyemîn û paşvemayî de, ji aliyê welatpğarêzên rizgarîxwaz ve jî hetibû pejirandin.Gorî vê teoriyê, zora emperyalîzmê birin, gelek rehet û hêsan e. Lewra êdî emperyalîzm di kapîtalîzmê de jiyana dawî ya mirinê ye.Gorî terîfekê jî, “emperyalîzm, merhela dawî ya kapıtalîzmê ye.” Kapîtalîzmê wedatir jî, mirovatî mecbûr e, ku derbasî merhelaya sosyalîzmê û komunîzmê bibe. Loma jî emperyalîzm li ber mirinê ye.Ev terîfa jî ji aliyê îdeologên sosyalîstan Lenîn de hatibû kirin.Gorî terîfe seyemîn jî, “emperyalîzm, wek merhelaya dawî ya kapîtalîzmê, mezelê xwe bi xwe dikole.” Yanî emperyalîzm li ber mirinê ye, loma jî mezelê xwe dikole. Dema emperyalîzm li ber mirinê be, azadî û serxwebûna welat û neteweyên bindest jî hêsane, di esil de dikare bi xwe bi xwe jî bê holê.Ez dikarim bibêjim ev terîfan bûn sedem, ku welatparêz û nasyonalîst û sosyalîstên welatên seyemîn û paşvemayî, emperyalîzmê gelek girîng nebînin, biçûk û bêhêz bibînin. Ew jî bû sedem rêbaz û neqşerêyeke hêsan û avantûrîst û maceraceperest bimeşînin.Vê yekê û şaşiyê jî, ji bona neteweyên bindest bedelên mezin derxistin holê. Dewletên emperyalîst gelek bi hêsanî neteweyên bindest û tevgerên wan perçiqandin. Pêşengên tevgerên sosyalîst û serxwebûnxwaz bi hêsanî tasfiye kirin.Dema ku di derbarê emperyalîzmê de ev terîfan dihatin kirin, li dinyayê du eniyê mezin, du sîstem/pergel hebûn. Dinya xwediyê du qûtûban bû. Eniyek/sîstemek emperyalîzm û eniyek/sîstemek jî sosyalîst bû.Ji eniya emperyalîst re Emerîkayê û ji eniya sosyalîst re jî Yekîtiya Sovyetan serokatî dikir. Loma jî mirov dikare bibêje ku du xwediyê dinyayê hebûn.Dema ku ji emperyalîzmê dihat qal kirin, ji Emerîkayê dihat qal kirin. Dewletên Ewrûpayê jî wek muteffîkên Emerîka dihatin bi nav kirin.Hebûna du eniyan û eniya sosyalıst dibû sedem, ku sosyalîst û welatparêz û rizgarîxwazên neteweyên bindest, kolonî emperyalîzmê biçûk bibînin. Lewra ew di wê nerînê de bûn ku sîstema sosyalîst û serokê wê Yekîtiya Sovyetan û Çîn dê her dem û di her şertî û ji her neteweyekî û tevgereke sosyalîst re piştgir be.Ji wê jî girîngtir, sîstema sosyalîst û Yekîtiya Sovyetan dê zora emperyalîzmê bibe.Lê di sala 1989an de derket holê ku sîstema sosyalîst nikare jiyana xwe ya nedemokratîk û aborîqels û ji dinyayê re girtî bimeşîne. Bi pêşengiya  serokdewletê Yekîtiya Sovyetan Gorbaçov, encama Perestroîka û Glastnosê, sîstema sosyalıst hat guhertin, sîstem ji holê rabû.Emperyalîzm, Emerîka li ser piyan ma. Ev car di derbarê emperyalîzmê de nerîn gelek hatin guhertin.Hat gotin ku sedema vê guhertinê emperyalîzm û demokrasî ye.Loma jî zahfera emperyalîzm û demokrasiyê hat îlan kirin.Di vê guhertinê de jî, ji sedemên hûndir zêdetir, rola sedemên derve, rola emperyalîzmê stratejîk û esas hat pejirandin. DNÊRÎNA ŞAŞ YA DUYEMÎN: EMPERYALÎZM Û EMERÎKAYÊ MUQTEDÎRÎ HER TIŞTEKÎ DÎTIN…Dema sîstema sosyalîst têk çû û ji holê rabû; dawiya Şerê Sar hat. di terîfa emperyalîzmê de û li Emerîkayê mezê kirin bi awayekî din û bi felsefeyeke din bû.Emperyalîzm bi awayekî din hat terîf kirin. Mîsyona emperyalîzmê jinûve bi awayekî erênî/poîztîf terîf bû û emperyalîzmê bê niqaşe rolekî pozîtîf qezenç kir.Dinya ber bi yeksîstemekê çû. Emperyalîzm û Emerîka, wek sîstem û hêza serkeftî hat terîf kirin. Emerîka jî bû serokê sîstema nû ya dinyayê.Ev car di derbarê emperyalîzm û Emerîkayê de nêrîn û baweriyeke din ya şaş derket holê,  ku Emerîka û emparyalîzm li dinyayê dê mûqtedîrî her tiştekî, her guhertinekê, her bûyerekê bibe.Ev nêrîna hîn jî dom dike.Lê ceribandinên dinyayê û Emerıkayê derdixe holê ku ji derveyî sedemên xwezayî tu sedem nikarin mûqtedîrî guhertinê bibin.Dema em li ser  ceribandina dinyayê û Emerîkayê binêrin; em vê rastiyê dibînin.1.Wek tê zanîn Dewleta Îranê jî, di dema Şerê Sar de  wek Dewleta Tirk, li Rojhilata Navîn qereqol û qeleya Emerîkayê bû. Lê di sala 1979an de dema ku Îslamiyan xwestin rejîmê biguherînin û  dfawiya dîktatoriya Şah bînin, Emerîkayê pêşiya wan nikarî bigre. Rejîm hat guhertin û Dewleta Îranê bi her awayî bû dijî Emerîkayê.Dewleta Îslamî ya Îranê, Yekîtiya Sovyetan û Çîn jî ji bona xwe dijmin îlan kir. İran bû dijminê hemû dinyayê. Emerîkayê her çiqas dixwest, ku rejîmê biguherîne, dîsa jî nikarî rejîma îslamî li İranê biguherîne.Emerîka, 39 sal in, ku bi gelek awayan li dijî Îranê xebat dike. Lê nikarî zora Îranê bibe. Di van rojên dawî de jî li hemberî Îranê şer dike û ambargo dimeşîne, lê dîsa jî encama dixwaze nikare bigre. Îran ji berê tûndtir li hemberî Emerîkayê dijminitî dike.2.Emerîkayê pêşî stratejiya “Projeya Rojhilata Navîn Ya Mezin” û pişt re jî “Projeya Rojhilata Navî û Efrîqayê ya Mezin” pejirand. Armanca vê projeyê ew bû, ku rejîmê li Rojhilata Navîn û Efrîqayê yên totalîter biguhere û demokrasiyê bîne.Dihat hêvî kirin ku bi dorê yekemın li Iraqê, duyemîn li Îranê, seyemîn li Sûriyeyê, çaremîn jî li Tirkiyeyê rejîme biguhere û kurd jî bibin dewlet.Li Iraqê di sala 2003an de rejîm guherti Lê li Iraqê bes rejîm hat guhertin. Dewleta federal bi zora Serok Barzanî û partiya wî ava bû. Emerîkayê sîstema eyaletê diparast. Ev jî dê bibûya sedema parçebuna Kurdistanê.Emerîkayê li Îraqê nikarî demokrsî ava bike. Kurdan ji demokrasiyê pêşengî kir.Emerîkayê li Iraqê nıkarî pêşiya terorê û şerê navxwe bigre.Hezar mixabin li Iraqê pêşiya dewletbûna kurdan girt û ji dagirkirina Kerkukê re bû alîkar. Ji nîjadperestên ereb, Ebadî re alîkarî kir.Li Rojhilata Navîn lig elek welatan demokrasî bîra kir.  Bi beşek rejîmên otorîter û totalîter re (Sûûdî Erebîstan û beşekî din re) jî tîfaqe xwe xûrt kir.3.Li Îranê xwest ku piştgiriya mûxalefetê bike û bi rêya mûxalefetê li İranê tevlihevî çê bike, ew jî encama guhertina rejîmê bîne. Di vê proje û stratejiyê de jî serkleftî nebû.4.Li Afganîstanê pirsgirêk nikarî çareser bike. Serê Afganîstanê bi Talabanan re di xedterî û beleyê de ye. Emerîka derfet bibînê dê bi rêxistina jê re digot rerorîst pê re peyman çêke.5.Pakîstan nûha navenda rêxistinên radîqal yên îslamî ne. Emerîka li wir jî çareseriyek nedît.6.Li Efrîqayê encama stratejiya wan ne, encama Bahara Ereban û serhildanên gel li çend welatan guhertin çêbûn. Guhertina girîng jî li Misirê çêbû. Lê pişt re bi piştgiriya Emerîkayê li wir derbaye leşkerî çêbû. Demokrasî jî bû xeyal.7.Li Sûriyeyê bi stratejiya xwe ya şaş, bû sedem ku rejîm li ser piya bisekine, şerê hûndir yê gel derkeve. Bi sedhezaran siwîl bên kûştin. Bi milyonan hemwelatiyên Suriyeyê welatê xwe terk bikin û biçin li gelek welatan din bibin penaber.Emerîka li Sûriyeyê aktorekî girîng e. Her çiqas darebeyeke mezin bi awayê wekaletê li DAEŞê xistibe jî, tevliheviya Suriyeyê nikarî çareser bike.Emerîka li Suriyeyê xwediyê stratejiyeke zelal û diyar jî nîne. Nûha jî dibêje ku ezê dev ji Suriyeyê berdim.8.Di navbeyna Dewleta Tirk û Emerîkayê de şer heye. Dewleta Tirk di gelek mijarên herêmî û navneteweyî de ji Emerîkayê cûda difikire û cûda tevdigere.Gelek şiroveker di wê baweriyê de ne, ku Emerîka dê zora Dewleta Tirk bibe. Ez ne di wê baweriyê de me. Heta dikarim bibêjim ku li hemberî Emerîkayê dewletên Ewrûpayê (Elmanya, Fransa, Îtalya) jî di nav de gelek dewlet, dewleta Îranê, Rûsyayê, Çînê, Kosovayê, Katarê, Pakîstanê, Azerbeycanê û gelekên din piştgiriya Dewleta Tirk dikin.Sedema yekemîn ya şerê Emerîkayê û Dewleta Tirk,  Stratejî û projeya Trump ya ku “Emerîkaya mezin” e. Hegemonya Emerîkayê li dinyayê jinûve ava kirine.Sedema duyemîn a şerê Emerîkayê û Dewleta Tirk: Dewleta Tirk her daxwazeke Emerîkayê wek cî bi cî nake. Serî hildide. Helwesteke emparyal nîşan dide. Ew jî di navbeyna herdu dewelatan de dibe sedema pirsgirêkan. Di merhela dawî de Emerîkayê dît ku Dewleta Tirk ji hegemonya wan re serî radike, ji bona ku wan bixin bin hegemonya û desthilatdariya xwe şerek îlan kirin.Dema şer îlan kirin, Papaz Brunson kirin sedem. Di esil de sedemên yên stratejîk di navbeyna herdu dewletan de hene.Di demên berê de di sedsala 20an de jî di navbeyna dewleta Tirk û Emerıikayê de pirsgirêk hebûn. Lê tu dem wek îro tûnd/hişk nebûn. Qerektereke şer qezenç nekir.Ew qewimandina diyar dikin ku “Pilingê ji qertonê (emperyalîzm)”, muqtedîrî her tiştekî nîne.Amed, 18. 08. 2018         

Back to top button