Cîhan

Gelek bingehên Milîsên Îranê li Suriye hatin têkbirin

Piştî serokê Amerikayê Trump da xûyakirin ku ew xwe ji peymana Atomî ya li gel Îranê hatî kirin vedikişînin û di derbarê Îranê de daxûyaniyên tund dayin, serokkomarê Îranî jî bi tundî bersiva Trump da.Piştî van daxûyaniyan şevîdin ji axa Suriye hinek fûze avêtin Îsrail. Îsrail di cih de bersiva vê êrîşê da û bi fûze û balefirên cengî êrîşê hinek deverên Suriye ku artêş û mîlîsên Îranê lê dimînin kir.Îsrail da xûyakirin ku ji berî êrîşê Suriye bikin agahdari dane Rusyayê. Rusya hevalbendê rejima Suriye û Îranê ye.Li gora daxûyaniya Îsrailê, Milîsên Îranê ji girêkên Golanê nêzikî 20 fûze avêtine Îsrail.Hinek ji van fûzeyan li ezmana hatine têkbirin.Li gora daxûyaniya berpirsên Îsrail di van êrîşande ji aliyê Îsrail kuştî û birîndar çênebûne. Herweha berdevkê artêşa Îsrail Jonathan Conricus da xûyakirin ku, wan bi dehan baregehên Artêşa Îranê li Suriye kirine armanca êrîşên xwe.

Back to top button