Nivîsar

Gavek dîrokî: PDK-T

Li Tirkiye di derbarê rewşa siyasî de guhertinên dîrokî çêdibin. Ji berî niha demekî hinek welatparêzên kurd bi navê Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye serî li wezereta navxe dan û xwestin bi vî navî bi aweyek eşkere û yasayî partiya xwe PDK-T damezirînin.

Piştî demekî wezareta navxwe daxwaza van welatparêzên Kurdistanî erê kir û pejirand. PDK-T bi vî awayî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bû partiyek fermî û eşkere.

Lê tirsek hebû ku dê serdozêrê dadgeha bilind (Dadgeha temîzê) ji bo girtina vê partiyê dozê li Dadgeha Destûrî de veke. Dê hingê biryara girtinê di destê Dadgeha Destûrî de bûya. Eger Dadgeha Destûrî biryara girtina vê partiyê bida, dê pêvajoyek dûr û dirêj biketa li pêşiya berpirsên PDK-T.

Lê ev yek nebû. Serdozerê Dadgeha Temîzê di derbarê damezirandina PDK-T de tiştek ji derê yasayê nedît û li Dadgeha Destûrî doz venekir.

Serdozer jî bi vî awayî damezirandina PDK-T pejirand.

Niha li Tirkiye û Kurdistana Bakur Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiye di siyasetê de bi awayek yasayî cihê xwe girt.

Ji berî her tiştekî ev bûyer ji bo tevgera azadixwaz a Kurdistana Bakur serkevtiyek mezin e. Pêwiste her Kurdek û dezgehek welatparêz pêşwaziyek erênî li vê bûyera dîrokî bike.

Li vê derê rewşa partiyê, yan jî nakokiyên wan û hinek aliyên din qet ne girîng e. ya herî girîng ewe ku ev partî bi navê Kurdistanê hate damezirandin.

Dema mirov di vê pencerê de bi hestek netewî li bûyerê binêre her tiş bi awayek zelal tê dîtin û ev yek destevtiyek ji bo her kurdekiye.

Wek din dîtinên teng û nakokiyên sunî hatin peyda kirin zererê dide tavgera azadiwxaz.

Ji berî damezirandina Partiyek bi navê Kurdistanê, li Diyarbekir Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê hate damezirandin. Wezareta navxwe ji berpirsên komeleyê daxwaz kir ku navê Kurdistanê rakin. Lê Ciwanan ev yek qebûl nekir û navê Kurdistanê de israr kirin. Niha damezirandina Komeleyê li ber dstê dozere. Lê heta niha jî tu biryar nehatiye dayîn.

Her gavek ji bo navê Kurdistanê li Bakur bê avêtin pîroz e.

Partiya Demokrata Kurdistana -Tirkiye (PDK-T) pîrozbe…

30.6.1014
Dara Bilek

Back to top button