Polîtîk

Fransî dixwazin avadankirina Kurdistanê de beşdar bikin

 

Îro sêşem 13/11/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Denys Gauer Balyozê Fransa li Iraq û şanda kompanyayên herî mezinên Fransî kir.

 

Li hevdîtinê de ku Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransa amade bû, Balyozê Fransa li Iraq mebesta serdana şanda kompanyayên Fransî ji bo Serok Barzanî ronahî kir ku ji nêzîk ve pêwendiyên xwe li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Karsazên Herêma Kurdistanê bi hêztir bikin û agahdarî pêdiviyên Herêmê yên li hemû waran bibin ku kompanyayên Fransî kar têda dikin bo ku beşdarî li pêvajoya avadankirinê da bikin û ronahî kir ku Herêma Kurdistanê li qonaxekî pêşketineke lezgîn de derbas dibe û li her serdanekî ji bo Herêmê de hest bi pêşketin û geşbûneke zêdetir dike. Fransa herdem dostekî nêzîkî gelê Kurdistanê bûye û li gel êşên wê hevsoz jî bûye, ji bo wê yekê îro dixwaze li rêya kompanyayên xwe ve beşdarî li avadankirina Kurdistanê da bike.

 

Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina Balyozê Fransa li Iraq û şanda kompanyayên wî welatî ragihand ku gelê Kurdistanê rêzekî zêde ji bo gel û Hikûmeta Fransa heye ji ber ku herdem dostê herî nêzîkî gelê Kurdistanê bûn. Ji bo wê yekê îro hêviyeke zêde bi kompanyayên Fransiyan ve heye, heta rola xwe li avadankirina Herêma Kurdistanê da bibînin ku li rûyê aramiyê ve û ew yasa û karhêsaniyên ku taybetin bi warê veberhênanê ve keş û hewayekî baş ji bo encamdana karê veberhênanê têda heye.

 

Li beşekî dinê hevdîtinê de Nûnerê Kompanyayên Fransî balkişand li ser wan kar û projeyan ku dikarin li Herêma Kurdistanê da encam bidin.

 

 

Back to top button