Civak

Fonda qerzên(Deyn) biçûk bo gêncan tê danan

 

Di hevddîtinekê de, wezîra kar û karûberên civakî di xaftina xwe de tekîd kir ku verastkirina qanûna teqawîd û parastina mafên karkkeran destketiyekî giring bû bo karkeran û herwesa ji bo peydakirina derfetên karî bo gêncan di nav sektora taybet de bi heman şertên sektora giştî pêngaveke pêwîst bû.

Asos Necîbê behsa pirojeyên wezareta kar û karûbarên civakî yên di warê gêncan û lawan de kir û got ku xizmetkirina çîna hejar û kêderametan, peydakirina derfetên karî bo gêncan û parastina mafên wan, wezareta kar û karûbarên civakî çend qanûn derxistine û çend qanûn din jî yên kevin verastkirine.

Wezîra kar û karûberên civakî got ku nuha ew mijûlî danana fondekêne ku bi rêya wê fondê qerzên biçûk bide gêncan daku gêncên herêma Kurdistanê jî bi rêya wan qerzan derfetên karî ji xwe ra peyda bikin û şiyan û behreyên xwe pêş bixin.

Federasiyona Rêxistinên Qutabî û Xwndekarên herêma Kurdistanê ku nûneratiya 13 rêxistin û komeleyên qutabî û xwendekaran li herêma Kurdistanê dike pêştevaniya xwe ji bo kar û çalakiyên wezareta kar û karûbarên civakî nîşan da.

Back to top button