Cîhan

First Lady a Sûryeyê reviya Londonê

Di demekê de ku nêzîka dû meh dibe li Sûriyê xwepêşandanên li dijî rejîma Beşar Esad her diçe berfireh dibin û hêzên ewlekariyê jî bi awayekî dijwar bersiva xwepêşanderan didin û wan dikujin, jina Beşar Esad, Esma Esad ligel zarokên xwe welat bicîh hişt û çû Londonê.

 Rojnameya brîtanî Daily Mail ku pişta xwe bi dîplomatên ereb ên li Brîtanyayê ve girêdaye wiha nivîsiye: ‘’Ev dû sê hefte dibe ‘first lady’ li Londonê ye û red dike ku vegere Sûriyê.’’

Li Sûriyê di demekê de ku hêzên ewlekariyê rasterast teqe li xwepêşanderan dikin û heta niha zêdeyî 800 kesan hatine kuştin, dihat gotin ku Esma Esad li dijî rêbazên bixwîn û şîdetê bû.

Esma Esad 35 salî ye û dayika 3 zarokan e. Esma Esad berê di dû bankayên girîng wek Deutsche Bank û JP Morgan ên brîtanî de kar kiriye û dema di sala 2000ê de ligel Beşar Esad zewicî çû Sûriyê. Esma Esad ku bi sekna xwe ya rojavayî gelek caran bûbû mijara govarên bi navûdeng ên ewropî û amerîkî, digotin dixwaze rûyekî modern bide rejîma hevjînê xwe. (Rûdaw)

Back to top button